Welatiyên Rizgarî daxwaza yekitiyê ji partiyan kirin

Welatiyên navçeya Rizgarî ya Garmiyanê daxwaza yekîtiyê ji partiyan kirin û gotin ku bila nakokî û berjewendiyên xwe danin aliyekê û gotin; "Eger Kurd yekgirtî bin wê Tirkiye û Îran qet nekarin êrîş bikin ser gelê Kurd."


Welatiyên navçeya Rizgarî ya Germiyanê der barê li dijî dagirkeriyê û parastina Kurdistanê girîngiya yekîtiya neteweyî ji Rojnews'ê re axivîn.

Soran Ehmed bi pendekî pêşiyan dest bi axaftina xwe kir û got;"Timî hêz di yekgirtinê de ye" û got,"Îro ev hêz ji bo Kurdan pêwîste ku li hemberî dijmin û neyarên xwe rabin ser piyan. Pêkhatina yekîtiya neteweya Kurd ku hemû hêzên Kurd beşdar bibin, divê hemû berjewendiyên neteweyî bigire nava xwe. Divê ji bo dijminên Kurd û ewên ku êrîş dikin ser xaka Başûrê Kurdistanê bibe bersivek."

 Soran Ehmed eşkere kir ku eger li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Kurdistanê pêk tên Kurd bibin yek hêz wê ti hêza dagirkeran nemîne.

Herwiha Mihemed Kerîm eşkere kir ku sedema bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirkiye û Îranê nebûna yekbûna Kurdane û got;"Ji berî her tiştî divê li dijî dijminê gelê me yekîtiyek neteweyî ya bihêz pêk were.

Kerîm daxwaz ji partiyan kir ku berjewendiyên teng ên hizbî nexin pêş berjewndiyên gel û got;"Eger wiha nekin, em ê parçe bîn. Timî dijmin di dema parçebûnê de dixwaze ziyanek mezin bigihîne me."

Herwiha welatiyê bi navê Salar Celal jî eşkere kir ku di dîrokê de timî parçebûn sedeme ku Kurd negihîjin armancên xwe û got"Lewaziya hêzan, dûrketina wan ji hev û nebûna helwestê bûye sedem ku malwêriya me pêk were. Ji bo dijmin bûye deriyek ku armancên xwe pêk bîne.  Ev rewşa ku niha li Başûrê Kurdistanê heye, sedama wê neyekbûnê ye."

Salar Celal sedema rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û dagirkeriyê nebûna yekgirtina hêzan destnîşan kir û daxwaz kir ku nakokiyên wan êdî nebin sedema ziyangihandina Kurdan.

(ab)