Welatiyên Rizgarî: Wê Qendîl mizgîniya azadî û demokrasiyê bîne

Welatiyên herêma Raperîn bi hêviyek mezin qala xebat û rizgarîxwaziya gelê Kurd kirin û gotin, wê Qendîl mizgîniya azadiyê ji bo Kurdistan û Rojhilata navîn bîne. Herwiha welatiyên herêma Raperîn ji ber bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistan a li beramberî bombebaranan rexneyên tûnd kirin û gotin, ji ber ku hikûmeta Iraqê lewaze nikare sînorê xwe biparêze.


Êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike û di encama bombebaranên dewleta Tirk de gelek komkujî pêk hatîne. Di vê çerçoveyê de welatiyê Herêma Raperîn axivîn û bêdengiya hikûmetê rexne kirin.

Welatiyê bi navê Ezîz Niwaweyî rexne li bêdengiya hizban û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistan a li dijî dagirkeriyê ji tirs û lewaziyê tê. Ji ber ku nikare nerazîbûnên xwe li dijî bombabaranên dewleta Tirk nişan bidin ku rojane xelk tên qetilkirin. Bi rastî em şermê ji vê bêhelwestiyê dikin û ev bêdengî gomanê di nava gelê Kurd de dide çêkirin. Kurdek li kuderê be pêwîste helwesta xwe diyar bike.”

Ezîz Niwaweyî bi hêviyek mezin qala xebat gerîlayan kir û wiha axivî: “Bila herkes piştrast be wê Qendîl mizginiya azadiyê bîne Kurdistan û Rojhilata Navîn. Li dijî zilim, zordarî û çewisandinê wê xebatê û têkoşîna gelê Kurd biser bikeve.”

Li ser heman mijarê Hawrê Kastrû bal kişand li ser dîroka êrîş û bombabaranên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdisanê û wiha pêdeçû: “Gelek balkêşe ku dijmin bi hêsanî tê di nava xaka me de. Pêwîste em hemû bi hevre li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe diyar bikîn. Em hemî temaşe dikîn ka wê kengê dewleta Tirk û Îranê sînorên xaka Başûrê Kurdistan bombabaran bike. Lê mixabin li dijî van êrîşan hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng û bê helweste. Ji derveyî vê mijarê hikûmet di mijarên siyasetê û nîştîmanî de jî bê bandore.”

Hawrê Kastrû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di tevahiya dîrokê de, ev cih û warên Kurdan bûn. Bi teybet jî Qendîl bûye sitargeha hêzên Kurdî. Ger ku çiyayê Qendîl bikeve destê dagirker û dijminan de wêdemê wê metirsiyek mezin li ser tevahiya gelê Kurd çêbe.”

(ep)