Welatiyên Şarezûr: Tenê Kurd bi yekîtiyê dikarin xwe biparêzin

 Welatiyên bajaroka Şarezûr diyar kirin ku Kurd tenê dikarin bi yekîtiya neteweyî xwe bi parêzin û daxwaz kirin ku Kurd li Dadgeha Lahî ya Nanveteweyî li ser dagirkeriyê giliyê dewleta Tirk bikin û bi vê rê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.


Welatiyên Bajaroka Şarezûr a ser bi Silêmaniyê têkildarî yekîtiya neteweyî û dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê bi navê Zana Hisên diyar kir ku pêwîste aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yekgirî bin û got ku sedema pêknehatina yekîtiya neteweyî berjewendiyên taybet ên aliyên siyasî yên li gel dewleta Tirk in.

Hogir Ceza daxwaz ji partî û hizbên siyasî kir ku yekrêziya nava mala Kurd biparêzin û got; “Eger yekgirtî nebin bi tenê nikarin serkeftina Kurdan misuger bikin. Sedema pêknehatina yekîtiya neteweyî ewe ku berjewendiyên hizbî ketîne li pêşiya berjewendiyên neteweyî. Bi tenê aliyek nikare dawî li dagirkeriya ku welatên dagirker li ser xaka Kurdistanê dikin bi taybet a dewleta Tirk bînin.

Êriş Heme Elî wiha qala dagirkeriyê kir;”Di vê demê de yekîtiya neteweyî gelek dibe rojev, divê baş li ser kar bikin. Şoreşên Kurdan timî bûne qurbanê berjewendiyên şexsî û taybet.”

Li ser heman mijarê Ebas Mihemed diyar kir ku rewşa niha ya nava mala Kurdan pêwîstî bi yekîtiya neteweyî û aramiyê heye û got ku pêwîste Kurd vê rewşa aloz a Iraqê ji bo rastkirina şaşiyên xwe yên berê bike derfet.

Ebas Mihemed, ji bo rawestandina dagirkerî û êrişên dewleta Tirk daxwaz ji Kurdan kir ku li Dadgeha Lahî ya Navneteweyî giliyê Tirkiyeyê bikin û li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) dosyayê pêş bêxin.

(ab)