BERÎVAN ŞENGALÎ
Wargeha Serdeşt ku di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û virde ji bo civaka Êzidî bû stargehekî jiyanê, niha ji berfê spî bûye. Welatiyên li wargehê dijîn diyar dikin ew di nava şertên zehmet de jiyan dikin. Her wiha diyar dikin hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiyên xwe ranabe, bi wan re nabe alîkar û wan ji êrişên dewleta Tirk naparêzin. Welatiyan gotin, YBŞ hêza parastina gelê Şengalê ye, divê Iraq vê hêzê ji xwere wek gef nebîne.
Li gora gotinên şêniyên herêmê piştî salên pir dirêje carekî din di vê astê de berf li ser axa Şengalê bariye. Vê berfa dawî barî di aliyekî de keyfxweşî, di aliyekî de jî zor û zehmetiyên jiyanê bi xwe re aniye. Bi taybet ji bo Êzidiyên ku di bin konan de dijîn ev Zivistan ji Zivistanên din pir hişk û sartir e. Vê carê serma û seqem zêdeye, herder qeşa girtiye.
Li Serdeşt’a Şengalê jî li kîjan alî binêrî kon li ber çavan dikeve. Derdor spî bûye, ji vê rewşê tinê zarok bi keyfxweşî jiyan dikin. Dem dem zarokên ku glokên berfê di destê xwe de ba didin û li pey hev baz didin li ber çavan dikevin. Hemû rûken û ji ber barîna berfê keyfxweşin.
Lê bi rastî rewşa jiyanê di bin wan konan de jî wiha hêsan e gelo? Hemû şêniyên Serdeşt’ê di vê Zivistanê de bi taybetî zehmetiyên jiyana xwe binxêz dikin. Nebûna gaz û mazotê bo sobeyan, bihaya jiyanê, nebûna banek li ser serê wan mijarekî ku li wargehê tê ser ziman in.
Şêniyên Serdeştê ji ber xwedî li civaka Êzidî derneketina hikumeta Iraqê nerazîbûna xwe tînin ziman û dixwazin dewleta Iraqê erk û berpirsiyariyên xwe li hemberî civakê di warê dayîna gaz, mazot û pêdiviyên din yên jiyanê bicîh bîne û xwedî li wan derbikeve.
“Sedema tengaviyan Hikumeta Kazimî ye”
Alî Şabo yê ku bi salane li Serdeştê jiyana xwe didomîne da zanîn hikûmeta Iraqê ya dibin serokatiya Mistefa Kazimî de erk û berpirsyartiyên xwe pêknayîne û got: “Sedema van tengaviyan hemuyan hikûmeta Iraqê ye. Erkên xwe pêk nayîne. Saziyên dewletê jî hewil nadin xelk vegere ser cih û warên xwe.”
Şabo anî ser ziman ku piştî berfa zêde li wargehê barî gel di konên xwe de heps bûne û cihekî ku biçin nine û wiha pêde çu: “Bi rêka kepçeyan me 4 saetan kar kir da ku rê vebe. Li wargehê kesên nexweş, kesên bi temen û zarok hene. Ev 2 sal in hikûmeta Iraqê gaz jî li ser gel qut kirîbu. Hikumet gaz dide kampên DAIŞ lê kampên Êzidî ku berxwedane, tekoşîn dane ji ber ku cih û axa xwe terk nekirine bi nedayîna gazê tên ceza kirin.”
Şabo behsa alîkariya ku bi rêya rêxistinên navnetewî ji wan re tên kirin jî kir û da zanîn ev alîkarî têra çareserkirina pirsgirêkên wan nake. Şabo got: “Ev alîkarî çareseriyên demkî ne, ev heft salin xelkê li vir pir zehmetî jiyan dike. Gelek kes ji ber serma, germa zêde jiyana xwe ji dest didin. Gelek kes dawî li jiyana xwe anîn lê hikumeta Iraqê çavê xwe girtiye û ji nedîtî ve tê.”
Şêniyê Serdeştê Sabrî Qadir Hacî jî behsa rewşa zehmet a di bin konan de kir û got ew 7 salin li ber germa Havînê, serma û seqema Zivistanê jiyan dikin. Hacî bal kişand ser rewşa gel a li Serdeştê û got, gelek malbat ji ber bihabûna jiyanê nikarin ji xwere pêdiviyên jiyanê peyda bikin.
Hacî bangawazî li sazî û dezgehên demokrat û mirovî kir ku piştgirî û alîkariyê bidin xelkê Şengalê û xwedî li wan derbikevin.
‘Gunehê me li stuyê Kazimî û hikumeta İraqê be’
Sabrî Qadir Hacî behsa êrîşkariya dewleta Tirk a li hemberî Şengalê jî kir û got; “Gunehê me li stuyê Kazimî be, li stuyê hikumeta Iraqê be. Li hemberî van êrişên Tirkiyê ji ber ku ranabin û pêşiya êrîşan nagrin. Dewletek çawa dikare bê li miletê dewletekî din bixin û dewleta wan kesan dengê xwe neke? Me tiştek li ti kesî nekiriye, ne text, ne mal, ne milkê ti kesî me ji wan girtîba xem nedibû. Lê tiştek wiha nîne.”
Hacî behsa ketina artêşa Iraqê ya nava Şengalê jî kir û da zanîn; “Artêşa şandine ne di xizmeta me de ye. Bi hezaran şehîdên me, wûndahiyên me çêbûn di rêya parastina vê xakê de. Ji derveyî xort û keçên Êzidî û hevalan kî hatîbûn hawara me. Heya em saxbin em başiya hevalan ji bîr nakin ji ber ku li ber me ve serê xwe dan, canê xwe dan.”
Hacî herî dawî got YBŞ wek hêza parastina Şengalê ji bo parastina Iraqê jî xwedî rol û mîsyonek mezin e û ji rêveberiya Iraqê xwest ku hêzên parastina Şengalê li hemberî xwe wek gef negre dest.