Welatiyên navçeya Seyîdsadiq derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin; “Tenê Ocalan hêviya her çar parçeyên Kurdistanê ye, divê parêzer biçin Îmraliyê û em derbarê tendirûstiya serokê xwe de agahî werbigrin. Dewleta Tirk dixwaze bi komployan Ocalan ji holê rake, lê ev xeyale. Ji ber ku hemû Kurd îro azadiya Ocalan dixwazin.”
Li her çar parçeyên Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî îdiayên têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, her ku diçe zêde dibe. Welatiyên navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê derbarê mijarê de ji Rojnews re axivîn.
Welatiyê bi navê Zana Elî da zanîn ku demek dirêje rê nayê dayîn parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û wiha pêde çû; “Rê nayê dayîn, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze Rêber Apo bi komployekê ji holê rake. Lê ev yek xeyalek valeye. Ji ber hemû gelê Kurdi ji bo azadiya Rêber Apo diqêre. Fikrê Rêber Apo di nava Kurdan de belav bûye. Em bi xwe baş dizanin, dewleta Tirk dixwaze Gelê Kurd qir bike û kesên azadîxwaz bigre. Lê wê ev yek pêkneyê, wê roj were emê Rêber Apo ji zindanê azad bikin.”

Zana Elî herî dawî diyarkir ku divê ji bo ku agahî ji Rêber Ocalan were girtin, hemû rêxistinên mafê mirovan, civaka sivîl zext li dewleta Tirk bikin. Zana got; “Divê em ji rewşa tendirustiya serokê xwe agadar bibin.”
Welatiyê bi navê Ebubekir Hisên jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Hisên got ku Rêber Ocalan hêviya armancên her çar parçeyên Kurdistanê ye û got; “Rêber Ocalan dikare di xebata siyasî û rizgarî ya Gelê Kurd de, guhertinan çêbike. Lê dewleta Tirk naxwaze Ocalan derve be. Ji ber ku dizane, yek nûçeya Ocalan, bandorê li raya giştî û xebata siyasî ya li Tirkiyeyê dike.”

Ebubekir destnîşnakir ku dewleta Tirk naxwaze Gelê Kurd agahî ji tendirustiya Rêber Ocalan bizane û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta Tirk nahêle agahî ji Ocalan were standin, di her rewşê de wê bandorê li ser rewşa raya giştî û Tirkiyeyê bike. Divê ji bo ku parêzer biçin Îmraliyê, zextek mezin li ser dewleta Tirk were kirin.”
(nr)