Welatiyên Sîdeka: Ji ber bombebaranên dewleta Tirk jiyan li me felç bûye

image_print

Yekşem, 19 Pûşper 2016 – 15:19 

Welatiyên Sîdeka: Ji ber bombebaranên dewleta Tirk jiyan li me felç bûye

Welatiyên bajarokê Sîdekan nerazîbûn nîşa bombebaranên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ji ber êrîş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser gundên wan, jiyana wan a gundan felç bûye.


ZAHÎR ÎBRAHÎM/ DIYANA

Bombebaranên dewleta Tirk ên li ser gund, bajarok û merzayên Herêma Kurdistanê berdewame. Di encama van bombebaran de heya niha ziyanek mezin gihaye niştecihên gundên li ser sînorên Herêma Kurdistanê. Niştecihên bajarokê Sîdekan ê ser bi qezaya Diyana ya Hewlêrê nerazîbûnên xwe yên li hemberî van êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re anîn ser ziman.

Yek ji niştecihên bajarokê Sîdeka Mûrşîd Biradûst jî nerazîbûn nîşa bombebaranên dewleta Tirk dan û wiha peyîvî; “Ji ber topbaran û bombebaranên welatên dagirker, bi taybetî jî dewleta Tirk, heya niha gelek sivîl bûne qurbanî. Her wiha ziyanekî mezin gihaye mal û zeviyên welatiyên herêmê.”

Mûrşîd Biradûst wiha jî got; “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dewleta Tirk êrîşên xwe bisekinîne, zextê li ser bike. Ji ber ku hemû demê welatiyên gundên vê herêmê dibin qurbanî. Her wiha gundiyên vê herêmê ji ber van êrîşan nekarine bax û zeviyên xwe bi şêweyek baş çandiniyê lê bikin.”

Her wiha welatiyê binavê Karwan Kerîm Xan jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Zêdetirê salekê ye gund û herêmên sînorê Herêma Kurdistanê dibin metirsiya bombebaranê de ne. Ev jî piştî ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûrê Kurdistanê zêde bûne, bombebarana li ser gundên herêmên me jî hîn zêdetir bûye.”

Karwan Kerîm Xan di dawiya axaftina xwe de wiha jî peyîvî; “Me ji Rêxistinên Civaka Sivîl daxwaz kiriye ku deng û daxwazên welatiyên gundên dibin metirsiya bombebaranên dewleta Tirk dene bigehînin cihên peywendîdar. Ji ber ku van topbaran û bombebaranan jiyana çandinî, xwedîkirina lawir û baxçevaniyê li xelkê herêmê felç kiriye.”

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist