Welatiyên Silêmanî: Hikûmet nefta ku mafê me ye wek xêr belav dike

Sê sal in gelek welatiyên Herêma Kurdistanê nefta spî wernegirtine. Hinek kompanya û saziyên xêrxwaziyê yên ser bi hizban jî nefta spî dibin navê ‘xêr’ de bi ser welatiyan de dabeş dikin.


Di rojên derbasbûyî de saziya Xêrxwaziya Barzan ya ser bi PDK’ê, Kompanya Qaywan a ser bi YNK’ê, Faruq Group ya girêdayê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid û Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Hacî Karwan wek ‘Xêr’ nefta spî bi ser welatiyan de dabeşkirin.

Dabeşkirina nefta spî ji aliyê van sazî û kompanyan ve di demek de ye ku erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ye salane nefta spî bi ser welatiyan de dabeş bike. Li ser vê mijarê me nêrîna welatiyên Silêmaniyê girt.

Amanc Celal: Min îsal nefta hikûmetê wernegirtiye, me ji bazarê neft kiriye. Erkê hikûmetê ye di nava salê de herî kêm bermîlek neft bi de her malek. Nefta Herêma Kurdistanê zêde ye, lê diyare gel bêdenge ji ber wê ew jî neftê bi ser gel de dabeş nakin.

Ebdulqadir Mecîd: Min îsal bermîlek neftê li bazarê bi 135 hezar dînar kirî. Em kêm bikartînin ji bo têra me vê Zivistanê bike, dibe heya dawiya demsala Zivistanê bermîlek din jî bikirim. Yanî ger em li gora pêdawîstiyên xwe bikarbînin, divê salê 3 bermîl neft bikirim.  Mafê me ye em neftê ji hikûmetê wergirin, lê hikûmet neftê nade. Ji bo gel bi xwe ve bidin girêdan wek xêr neft belav dikin.

Elî Selîm: Sê sal in hikûmet neft nedaye me, em neftê dikirin. Di rewşek wisan de qirîza gaza tûpê jî derketiye. Heya ev desthilatdarî li ser hikûm be wê ne neft hebe ne jî gaza tûpê hebe. Ji serê Zivistanê ve me 7 bîdon du bemîl neft kiriye. Her bermîlek bi 125 hezar dînare. Ez xelkê bajaroka Erbetê me, îsal hikûmetê 3 tanker neft şandiye bajarok. Hinek malan girt neft xilas bû. Mafê me ye, lê ew wekî xêr be bi ser welatiyan de dabeş dikin.

Rehman Mihemed: Berpirs ne bê neftî dibînin ne jî sermayê dibînin. Tenê xelkê hejar vê yekê jiyan dike. Gel bêdenge, ew jî bi keyfa xwe nêzê gel dibin. Bi keyfa xwe ne dixwazin neftê nadin, dixwazin wê muçe nedin. Çima neft ji bo benzînxaneyên taybet heye ji bo me nîne?

Dabeşnekirina neftê bi ser welatiyan de di demek de ye ku ji beriya niha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Amerîkayê di dema hevdîtina li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî de ragihandibû, Herêma Kurdistanê ji Lîbyayê zêdetir neft difiroşe.

(şk)