Welatiyên Silêmaniyê: Divê hikûmet aloziya li Zînî Wertê aram bike

image_print

Pênçşem, 30 Avrêl 2020 – 09:04  SILÊMaNÎ / ROJNEWS

Welatiyên Silêmaniyê: Divê hikûmet aloziya li Zînî Wertê aram bike

Welatiyên bajarê Silêmaniyê nakokiya navbera aliyên siyasî ya li ser Zînî Wertê şermezar kirin û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser wê aloziyê rexne kirin û dibêjin, pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê aloziya Zînî Wertê aram bike.


https://youtu.be/BcEg_DftHgY”>

Wezareta Pêşmergeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê demeke pêşmerge bûne Zînî Wertê ev jî bûye sedema fikarên welatiyên herêmê û welatiyên Başûrê Kurdistanê, ev bûye sedema aloziya di navbera aliyên siyasî de.

Welatiyên bajarê Silêmaniyê têkildarî aloziyên li Zînî Wertê ji Rojnews’ê re axivin.

Bekir Sidîq, aloziya ku li Zînî Wertê çêbûye weke plangeriya derve dibîne û dibêje;”Pêwîste hemû kes bizane ku planek navneteweyî li ser gelê Kurd tê maşandin. Bersiva herî baş ji bo van plangeriyan yekîtî û yekgirtina gelê Kurde. Divê yekgirtî bîn û bi hemû aliyan, çakdaran, rêxistin û partiyan li hemberî vê pîlana navneteweyî rawestin.”

Navborî di berdewama axaftina xwe de îşaret bi rola ragihandinê kir û got;”Gazind li ser piraniya kanalên ragihandinê hene. Ji bo çi karê cidî li ser vê mijarê nake? Di demekî ku alozî planek dewleta Tirke, ew kanal bêdeng dibin.”

Pêşmergeyê Dêrîn Hekîm Jengjiyî dibêje;”Mixabin planek mezin a dijmin li pişt vê aloziyê heye. Li beramber de mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê qet helwestek têrker li beramber de nebû. Bi dehan beregehên Tirkiyeyê welatê me dagir kiriye. Eger helwesek tund nebe, wê ev rewşa bêdadperwerî ku hikûmet li xelkê dike wê gelek xerabtir bibe.”

Çalakvan Dilşad Babanî derbarê rewşa Zînî Wertê û komkirina hêz û çêkirina aloziyê de got;”Li şûna ku hêz li Zînî Wertê kom bikin, pêwîst bû hêz bişînin Kerkûk û Şengalê, ji bo parastina sînorên Kurdistanê. Ji ber ku li Zînî Wertê komkirina hêz ji bo dûbare şerê navxweyî metirsî ye. Ev jî aliyê welatiyan ve nayê pejirandin.”

Wî çalakvanî rexne li desthilatê girt û got;”Mixabin desthilatdaran ders ji dema borî, enfal, kîmyabaranê negirtîne. Karê wan tenê ji bo mayîna xwe îdarekirine. Ne berjewendiyên welatiyane.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist