Welatiyên  Silêmaniyê: Li har çar parçeyên Kurdistanê ser Kurdan plan hene

 Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kir kirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê ser Kurdan plan hene û gotin ku yekane riya têkoşîna li hemberî van planan yekîtiya nava Kurdane û gotin;"Bazirganan wiha kirine ku di nava mala Kurdan  de parçebûn  bimîne."


Welatiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û sedemên parçebûna di nava Kurdan de ji Rojnews'ê re axivîn.

Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)yê Hemrînê Mela Hesen got;"Di dîrokê de parçebûna Kurdan bûye sedem ku weke pêwîst qebareya serxwebûna xwe nebe. Her dema ku Kurd yekrêz bûne, berhema keda şehîdan çandine û karîne bibin xwedî destkeft. Dewletên herêmê li her çar parçeyan li ser planên xwe yên ji holê rakirinê û bindestkirina gelê Kurd  berdewam dikin. "

Mela Hesen bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dikin û wiha domand;"Li Rojavayê Kurdistanê bi navê avakirina 'Herêma Aram' û li Rojhilatê Kurdistanê bi heman awayî zilm û zordarî tê kirin.Li Başûrê Kurdistanê dagirkerî û wêrankarî heye. Li Bakurê Kurdistanê nûnerên rasteqîn ên Kurd ji kar dûr têxin û qeyûman didanin cihê wan. Ev hemû planên navneteweyî ne. Mixabin, li hember derketinva van planan de Kurd xemsar in. Li har çar parçeyên Kurdistanê yekane riya azadiyê yekîtiya neteweyî û hewldanên ji bo nêzîkbûna xeta neteweyî ye ku heta niha jî me nekariye hêzên xwe yên ewlehiyê li hemberî van planan bikin yek."

Herwiha nivîskar û wergêrvan Mihemed Heme Salih diyar kir ku rewşa ku niha li Başûrê Kurdistanê heye, dûrkeftina ji mijarên nîştimanî û neteweyî ye û got;"Encama bazirganan şikestin aniye. Ji ber ku bazirganî wiha dike ku divê girêdayî komek fermanan bî. Erka her kesî ye ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd hewil bidin. Nabe rawestîn û temaşe bikin. Divê em hemû ji kar bikin. Xelkê ji metirsiya parçebûna heye hiştyar bikin. Ji ber ku em ne yek bîn wê çavê me li xelkê be."

Seroka Rêxistina Nêrgiz a Xanimên Kurd Niyaz Caf got;" Kurd yek ji neteweyên ku heta niha qebareya yekgirtî ya serbixwe nîne. Yekîtî ji me re radigihîne ku divê qebareyek serbixwe û zimanek standar me hebe."

(ab)