Welatiyên Soran dipirsin: Çima desthilata Başûr li dijî dagirkeriyê bêdeng e?

Welatiyen bajarokê Soran a ser bi parêzgeha Hewlêr diyar kirin ku êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji bo tengkirina sinorên Herêma Kurdistan û xwe ferzkirina liser herêmêye, welatiyan gotin; Divê helwestek tund li dijî êrîşên dewleta Tirk were nîşandan.


Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomin. Rojane herêma Biradost, Balekayetî, Amêdî û çend deverekî din ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve tê bombebaran kirin. Li dijî van êrîş û dagirkeriyan welatiyên bajarokê Soran bi rêya Rojnews'ê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Welatiyê binavê Nerîman Eshed ku xelkê bajarokê Sorane got; "Tirkiye û Îran bi behaneya partiyên muxalefeta xwe  Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Lê dirastiyê de armanca hatina artêşa Tirk û dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji bo tengkirina sinorê Herêma Kurdistan û ferzkirina dagirkeriya xwe ya li herêmê ye."

Di dewama axaftina xwe de Nerîman Eshed got divê bertekek cidî li dijî dagirkeriyê were nîşandan û wiha pêdeçû; "Ev bombebarana artêşa Tirk binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Herwiha binpêkirina mafê mirov û jîngehê ye jî. Ji bona wê divê bertekên cidî li dijî van êrîşan were nîşandan. Divê Tirkiye were neçar kirin ji bo vegere ser pêvajoya aşitî. Ji ber ku tenê pirsgirêka Kurd b vê rêyê çareser dibe ne bi şer."

Li ser heman mijarê welatiyê binavê Cewher Seyda jî destnîşankir ku li dijî dagirkeriyê bêdengbûn tê wateya dagirkerî qebûlkirin û wiha domand; "Em daxwaz dikin ku hikûmeta Herêmê çareyek ji vê rewşê re bibîne. Tirk û Îran bi rêya bombebaran û topbarankirinê, Iraq jî bi demografî xirakirin û şewitandina dexlûdanê cotyarên Kurdistanê dixwazin mîna caran li Kurdan bikin. Lê ya li vê derê were pirsîn ewe ku gelo çima serkirdayetiya Kurd û desthilat bêdenge? tevî ku rojane gelê Kurd bacek giran a van êrîşan dide."

Welatiyê binavê Dirbaz Elî jî li ser êrîş û bombebaranên artêşa Tirk fikarên xwe anî ziman û ev tişt gotin; "Divan rojan de bombebarankirina deverên sinorî ji aliyê Tirkiye ve zêde bûne. Ev yek jî li cem welatiyan bûye cihê fikaran. Di van êrîşan de herî zêde sivîl zererê dibînin. Ji bona wê divê bi hemû awayî hewildan werin kirin ji bo carek din aramî û jiyan li deverê vegere."

(şk)