Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê çareseriya pirsgirêkên mamostayên bi peyman de got, ew ê di demek nêzîk de pirsgirêkan çareser bikin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên mamostayên bi peyman de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Wezaretê diyarkir îro li dîwana wezareta darayî ji bo çareserkirina pirsgirêka mamostayên bi peyman wezîrê darayî li gel wezîrê perwerdê û serokê dîwana desteya wezîran civiyane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin her sê aliyan li ser çareseriya pirsgirêkên mamostayên bi peyman li hevkirine ku mekanîzmayek nû ji bo çareseriyê bibînin. Hat gotin biryar hat dayîn ku di demek nêz de pirsgirêka mamostayên bi peyman were çareserkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye bi rojane li gelek navçe û bajarokên Herêma Kurdistanê mamostayên bi peyman di nava çalakiyan de ne, naçin ser kar û daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê dikin.
(kş)