Wezareta Tenduristiyê: Li Silêmaniyê 7 kes bi Koronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyê 7 kesên bi vîrusa Koronayê ketine tespîtkirin û ew kes berê jî bi vê nexweşiyê ketibûn.


Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî şewba vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Silêmaniyê 7 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin û ew kes berê jî bi Koronayê ketibûn.

Li gor daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê li Herêma Kurdistanê heta niha 461 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 383 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

(yş)