Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin kêm dibe

Pênçşem, 26 Mar 2020 – 13:58  HELEBCE / ROJNEWS

Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin kêm dibe

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî eşkere kir ku ji ber hejmara kesên bi vîrûsa korona dikevin kêm dibin kêfxweş in û got ku ji bo her testekî vîrûsa korona 150 dînar pêwîste.


Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî îro serdana Helebce kir. Piştî ku serdana Navenda 24 saetî ya Vîrûsa Korona û Nexweşxaneya Taybet a Vîrûsa Korona kir daxuyanî da.

Dr. Saman Berzencî eşkere kir ku herî zêde bûdce ji bo Helebce veqedandine û got ku wê ji bo peydakirina pêwîstiyên bijîşkî yên ji bo rûbirûbûna vîrûsa korona were xerc kirin.

https://youtu.be/aXn-OPDEKvo”>

Dr. Saman Berzencî  diyar kir ku rojane hejmara kesên bi vîrûsa korona dikevin tê guhertin û eşkere kir ku ji ber hejmara kesên bi vîrûsa korona dikevin kêm dibe kêfxweş in û got ku ev jî di encama girêdana welatiyan a bi biryara  qedexeya derketina derve ye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî got;”Em niha di asta kontrolkirina nexweşiyê de ne. Rewşa wan nexweşên li nexweşxaneyan in başe û pirsgirêka wan nîne.”

Dr. Saman Berzencî destnîşan kir ku xerca nexweşiyê zêde ye û ji bo her testê 150 hezar dînar diçe.

‘Ger pêwîst bike wê qedexeya derketina derve were dirêjkirin’

Derbarê dirêjkirina dema qedexeya derketina ji derve jî got;”Lijneya Rûbirûbûna Koronayê biryara qedexeya hatinûçûnê dide. Nirxandina rewşê li gorî cih tê guhertin. Eger pêwîst bike wê qedexeya hatinûçûnê were dirêjkirin.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist