Xarpêt vê carê bi pileya 5.1 hejiya

Li Sîvrîceyê erdhejeke din çêbû. Vê carê pileya erdhejê 5.1 bû


Li Xarpêtê ku ji duh ve erdhejên peyhate çêdibin, vê êvarê erdhejeke din jî çêbû. Navenda erdhejê dîsa navçeya Sîvrîce ya Xarpetê bû û vê carê pileya erdhejê 5.1 bû. Erdhej saet li dor 19.30 çêbû.

Duh êvarî li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejeke pileya wê 6.8 çê bûbû û di erdhejê de 22 kesî jiyana xwe ji dest dabû û ji hezarî zêdetir jî kes birîndar bûbûn.

(yş)