Xelkê Mexmûrê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dîjî bombebarana dewleta Tirk a ser wargeha Mexmûrê meşek lidarxistin û êrîş şermezar kirin.


Balafirên şer ên Tirk ên dagirker şevê din  Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombe kirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dîjî bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk a ser wargeha Mexmûr meşek hat lidarxistin. Meşa ku li ber deriyê Şaredariya Wargehê destpêkirî heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo','Şehîd Namirin' û 'Bimre Xiyanet’ hatin berz kirin.

Li ber deriyê NY'yê ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamosta Hesin Demir ve hat xwendin.

Daxuyanî wihaye:

“Em weke gelê Kurd û Kurdistanê di pêvajoyên girîng ên ku ber bi serkeftinê ve diçe re derbas dibin. Li her parçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkerî û yên mêtîngerî li ser xaka Kurdistanê tê meşandin. Hemû cîhan li hemberî vê dagirkeriyê çavên xwe girtine. Di sala 2012’an de de çeteyên dewleta Tirk a bi navê DAIŞ’ê êrîşekî dagirkirinê li ser xaka Başûr û tevahiya Rojavayê Kurdistanê pêk anîbû. Ji bo gelên bindest şoreş tê wateya hebûnê. Ji bo gelê Kurd pêkanîna şoreşê hêviya azadbûnê ye. Bêguman ev hêviya azadiyê di Rojavayê Kurdisyanê de şîn bûye û bûye sembolek ji bo gelê azadîxwaz.”

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser şoreşa Rojava û wiha domand: “Dema em li bingeha dewletê temaşe dikin armanca kolekirina gelane. Şoreşa Rojava jî bûye alternatîfek li himberî sîstema kolebûyînê. Ji bo vê yekê ye jî hertim dibe hedefa êrîşên hemû cîhanê. Mînaka vê ya herî ber bi çav dagirkirina Efrînê ye. Em vê şoreşê destpêkê li Rêbertî, gaziyên vê şoreşê û tevahî gelê Kurd pîroz dikîn. Hemû şehîdên ku di vê şoreşê de şehîd ketine bibîr tînin û em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Daxuyanî bi van gotina bi dawî bû: “Di heftemîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, êrîşa li ser gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî pêk hatî ne tesadûfî ye. Armanca dewleta dagirker û faşîst a Tirkiyeyê ewe ku Kurdek li ku jiyan dike xwe bigihîne û tine bike ye. Wekî wargeha Mexmûrê jî her roj çi di aliyê leşkerî de û çi jî di aliyê siyasî de bi êrîşên cûda re rû bi rû dimînine. Dîsa bêdengmayîna NY û hikûmeta Iraqê tê wateya alîkarbûyîna vê êrîşê . Bila dewleta dagirker û hevkarên wê yên wek PDK'ê baş bizanibin gelê Wargehê ti carî li hemberî van êrîşan serî natewînin. Ji xeta têkoşîn û berxwedaniyê paş de gav navêjin. Ji ber ên berxwe didin ser dikevin. Em dubare vê êrîşê şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo', 'Bijî Berxwedaniya gelên bindest', 'Bimre Dagirkerî û hemû cure koletiyê' bi dawî bû.

(xr-xt/rn)