Xelkê Silêmaniyê dijî dagirkeriya Tirk derket kolanan

Li Silêmaniyê bi sedan kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, dest bi xwepêşandanê kir.


Piştî dewleta Tirk a dagirker îro ber êvarê êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kirin, gelê Silemaniyê, bi armanca şermezarkirinê daket kolanan.

Bi sedan kesên ku li ser Kolana Saholeke (Cadeya Salim) kom bûn, dest bi xwepêşandanê kir. Di xwepêşandana ku hîn berdewam dike de, dirûşmeyên wekî, “Faşîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” tên berzkirin.

Xwepêşandan berdewam dike.