Xeteriya li ser gundên Xaneqînê didome

Pênçşem, 17 Jan 2019 – 10:58  EMÎR XANEQÎNÎ/ROJNEWS

Xeteriya li ser gundên Xaneqînê didome

Ji ber gef, xeterî û kiryarên çeteyên DAIŞ’ê hinek ji gundên navçeya Xaneqînê ya Diyale vala bûne û gundiyên ku gundên xwe vala nekirine ji bo parastinê çek hilgirtine û şevan nobetê li xwe digirin.


Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û vekişîna hêzên pêşmerge ji herêmên bi nakok, li navçeya Xaneqîn a Diyale û gundewarên wê, metirsî û xetereya çeteyên DAIŞ’ê li ser gundan zêde bûye. Herwiha liv û tevgera DAIŞ’ê zêde bûye. Heta niha çend caran çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Xaneqînê kirine. Ev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di nava gundiyan de tirs çêkirine. Welatiyên wan gundan daxwazê ji aliyê peywendîdar dikin aramiyê vegerînin û bi parêzin.

Li gorî agahiyê bi destê Rojnews’ê ketine gundên Merdane û Husên Meme ji ber xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ti kes tê de nemane û vale bûne. Herwiha dibe ku gundê Mehmed Şîrbeg jî jki ber çeteyên DAIŞ’ê were valekirin. Gelek malbatan ji gund barkirine navçeya Xaneqînê.

 Yek ji wan gundên ku niha metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser zêde bûye gundê Mehmed Şîrbege ku dikeve rojavayê Xaneqînê yê li ser Çemê Elwenê ye.

Welatiyê gundê Mehmed Şîrbeg Xelîl Erkewazî ji Rojnews re axivî û got: “Piştî proseya azadkirinê me gund ji nû ve ava kir û em vegeriyan li ser gundê xwe. Me karê çandiyê kir. Lê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê aramî nema. Piştî ku me zanî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora Çemê Elwenê zêdebûye û karên terorîstî dikin, me hêzên ewlehiyê agadar kirin ku bên parastinê bikin, lê mixabin nehatin.

Newzad Erkewazî jî wiha axivî; “Li ser navê tevahî gundewarê Xaneqînê ez daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî dikim ku rêyerek ya çareseriyê ji bo parastina gundewarên Xaneqînê bibînin, ji bo ku gund neyên valekirin. Ger ku gund vale bibin wê pirsgirêk derbikevin. Li gund 35 malbat hebûn, niha tenê 4 malbat li gund mane. Em daxwaz ji berpirsan dikin ku li hewara gundê Mehmed Şîrbeg bên. Ji ber ku metirsiya valekirin gund heye û em bixwe şevan parastina gundên xwe dikîn.”

Omer Emîn ku niştecihê gundê Bapalawî ku gundek yê Kurdane û 12 kîlometran dikeve bakûrê navçeya Xaneqînê got: “Welatiyên gundê me di dîroka xwe de gelek caran koçber bûne û bi guhertina desthilatdar û hikûmetê re jî qûrbanî daye, rewşa gund jî hatiye guhertin. Lê ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li herêmê ne desthilatdare gundê ku ji 75 malbatan pêkdiha niha ji ber tirsa çeteyên DAIŞ’ê tenê 20 malbat di nava gund de mane. Em daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikîn ku parastin gund û xelkê bike. Ji ber ku tu hêz me naparêze.”

Hemîd Azad Hisên li ser rewşa parastin gund û navçeya Xaneqînê ji got ku rêveberiya polîsên Xaneqînê girêdayî polîsên Germiyane û ev hêz jî girêdayî Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ye.

‘Pêwîstî bi hêzekî zêdetir heye’

Hisên wiha domand: “Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora Xaneqînê  zêde bûye û şevan jî êrîşî  nuqteyên hêzên ewlekariyê dikin. Çeteyên DAIŞ’ê  li derdora çemê Elwen  hene. Ji ber ku qadek firehe,  ji gundê Mehmed Şîrbeg  destpê dike heta gundê Şêx Bawe yê Gulaleye. Ji bo aramî û asayî bûna rewşa Xaneqînê  pêwîstî bi hêzên ewlekariyê ya zêdetir heye. Bi vê hêza niha li Xaneqînê heyî tu nikarî çi rewşê kontrol bikî.”

Hêzên polîsên Germiyan piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ji cihên xwe nevekişiyan, li cihên xwe man. Heta niha jî parastina Bendava Elwen ji aliyê polîsên Herêma Kurdistanê ve tê kirin. Li gundê Mehmed Şîrbeg jî navendekî ya wan neye.

https://youtu.be/Z_vtHDIbBxM”>

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist