Xezal Reşo: Armanca êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê qirkirina gelan e

Welatiyên Şengalê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek lidarxistin û êrîş şermezarkirin. Di civîne de hat gotin ku ev êrîş li dijî hemû gelê Kurdu u gelên azadîxwaze.


Îro li avahiya Meclîsa Borik ya girêdayî Şengalê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Bakurê Sûriyeyê bi beşdariya bi dehan welatî û endamên rêveberiya Şengalê civînek hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser ya Şengalê Xezal Reşo di civînê de axivî û got; “Bi vê êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê dixwazin hemû gelên li wir qir bikin. Ev êrîş komployeke li dijî hemû Kurdan û gelên azadîxwaze.”

Hevserokê Meclisa Gel a Borik Emîn Yusif jî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê axivî diyar kir ku  ev êrîşeke li dijî îradeya hemû gelên herêmê ye. Yusif wiha got;  “Ev erîşên dagirkeriyê wê bi ser nekevin. Em weke gelê Şengalê emê timî li pişta Rojava bin. Divê em xwe li dijî hemû êrîşan amade bikin.”