Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî têkildarî êrişa dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ragihand ku armancek ya dewleta Tirk heye, ew jî dagirkirina Kurdistanê ye û got: “Dewleta Tirk ji nakokiyên nava aliyên siyasî yên Kurdan de sudê digre.”
Di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk êrişek ya dagirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê destpêkir. Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî êrişê dewam dike.
Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî li ser êrişa dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ji ajansa me re axivî.
Xidir Rusî destnîşan kir ku armancek dewleta Tirk heye, ew jî dagirkirina Kurdistanê ye. Xidir got ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna xeyala Împaratoriya Osmaniyan, êrişa ser Herêma Kurdistanê daye destpê kirin.
Xidir di dewama axaftina xwe de qala kiryarên dijminên gelê Kurd kir û got: “Dijminên gelê Kurd hemû li ser nakokiyên ku di navbera aliyên siyasî yên Kurd de kiryarên xwe dikin û sud ji wan nakokiyan wer digirin.”
Xidir Rusî di dawiya axaftina xwe de bang li Hikumeta Herêma Kurdistan û Hikumeta Iraqê kir ku li hember dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser Kurdistanê bi helwest û bêdeng nemînin.
(fk)