کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gulan 22, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin

  Roj News
07/12/2021 - 4:33:50 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Çalakiya li Sêmalkayê bi endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê dewam dike. Endamên Dêrikê yên HPC’ê û kedkarên Şîrketa Girziroyê serdana çalakiyê kirin û PDK şermezar kirin.

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK’ê ve şehîd hatin xistin, çalakiya kon a 5’ê Cotmehê li Sêmalkayê dest pê kir, di roja 64’an de ye.

Endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê çalakî ji koma Çilaxayê wergirt. Piştre jî endamên Dêrikê yên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û kedkarên Şîrketa Girziro ya Dêrikê bi rengekî komî serdana çalakiyê kirin.

‘DIVÊ PDK BÊ SER XETA KURDÎTIYÊ’

Endama Meclîsa Navçeya Girkê Legê Zîlan Roj daxuyaniyek da û nedana cenazeyên şehîdan şermezar kir. Zîlan Roj diyar kir ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe dewam bikin û got, “Em hêvîdarin ku PDK cenazeyên şehîdan bide û em bang li PDK’ê dikin ku bê ser xeta Kurdîtiyê.”

Bi navê Meclîsa Navçeya Çilaxayê jî Mûrad Şemo axivî û got, “Em ji dil bawer dikin ku ev çalakiya bi rûmet wê bi serketinê bi dawî bibe.”

Endamên HPC’ê jî ku bi dirûşman hatin pêşwazîkirin li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û bang li PDK’ê kirin.

‘PDK FERMANÊ JI DEWLETA TIRK DISTÎNE’

Endamê Dêrikê yê HPC’ê Salih Sadik nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û got, “Şehîdên me ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Em PDK’ê şermezar dikin ku cenazeyên şehîdên me nadin me. Fermanên xwe ji dewleta Tirk digire. PDK xiyanetê dike û ji bilî berjewendiyên xwe bi kêr nayê.”

Salih Sadik destnîşan kir ku pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di êrişên DAÎŞ’ê de şehîd bûn mîna ewladên xwe dibînin û got, “Ev çalakî bi salan jî dewam bike heta ku teslîmî me bikin em ê bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ berxwedana xwe dewam bikin. Yên ku xwe weke pêşengên gel dibînin, lê ji pêşiyên xwe ve di nava xiyanetê de ne bila bi vê zanibin.”

Girseya gel piştre kedkarên Şîrketa Girziro ya Dêrikê pêşwazî kir.

‘EM Ê LI SER XETA RÊBER APO BIN’

Bi navê kedkaran jî Emîn Silêman axivî û got, “Em ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan de bin. Em mafdar in û ji ber ku mafdar in gelê Rojava bi salane li ser piyan e. Çalakiya li vê derê bersiveke, peyameke. Bila civaka navneteweeyî jî, Kurdên welatparêz jî, Kurdên di nava xiyanetê de jî guh bidin vê peyamê. Çalakgerên li vê derê bi tenê nîne, gel her roj li vir amade ye.”

Piştî axaftinan endamên Dêrikê yên HPC’ê û kedkarên Girziroyê serdana çalakgeran kirin.

Nûçeya berê

Di êrîşa dewleta Tirk de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd bû

Nûçeya pişt re

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kî bû û çima hate hedef girtin?

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Rohat Dengdar konê sersaxiyê

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Rohat Dengdar konê sersaxiyê

Gulan 22, 2022
Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Gulan 22, 2022

Sibe Çelebî bi merasîmeke girseyî berbi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Bazên Zagrosê 15 dagirkerên din cezakirin-NÛ BÛ

Dewleta Tirk bênavber Til Temirê topbaran dike

Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin: Wê sernekevin!

Nûçeya pişt re
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kî bû û çima hate hedef girtin?

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kî bû û çima hate hedef girtin?

Yên Li Pêş

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Gulan 22, 2022

Duh di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî ku duh...

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gulan 22, 2022

Hemwelatiyê Wargeha Mexmûrê ku duh di êrişa balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk de birîndar bibû, şehîd...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Di bombebarana Mexmûr de ciwanek birîndar bû

Gulan 21, 2022

Di bombebarana wesayîta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ciwanek birîndar bû. Piştî êrişê şêniyên wargehê bi...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Gulan 21, 2022

Di nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebarankirin. Piştî êrişê...

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Gulan 21, 2022

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Mexmûrê pêkhatin peyamek da û êrişan...

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gulan 22, 2022

Şevê din baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajaroka Zîlkan a ser bi Başîkayê bibû hedefa êrişan. Di encama...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist