Yek ji kesûkarên şehîdên êrişa li Axceler a Çemçemalê, da zanîn cihê êriş lê pêkhatî bi hezaran kîlometre ji sinorê Tirkiyeyê dûre, lê cardin dewleta Tirk êrişan pêktîne. Her wiha got, ger hikûmeta Herêmê xwe li beramberî van êrişan bêdeng dike, karesate.
Vê sibehê di bombebarana li gundê Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de ku wesayîtek hedef hate girtin, 5 kes şehîd bûn û kesek birîndar bû.
Yek ji kesûkarên şehîdan, debarê êrişê de ji Rojnews re got, “Cara yekeme tiştek wisan rû dide ku dewleta Tirk tê li naverasta Herêma Kurdistanê, heta naverasta Iraqê bombebaran dike. Cihê êriş lê pêkhatî bi hezaran kîlometre ji sinorê Tirkiyeyê dûre.”
Wî welatî da zanîn cihê êriş lê pêkhatî di keve naverasta Herêma Kurdistanê, ger hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe di beramberî vê êrişê de bêdeng dike, ev karesate.
(kş)