کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Xizmên şehîdên Axcelerê: Duh Baas, îro jî dewleta Tirk bombe li me dibarîne!

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
24/05/2022 - 3:50:14 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Xizmên şehîdên komkujiya gundê Tûteqel ya ser bi bajaroka Axcelerê diyar dikin, bi bombebaranên Tirkiye birînên wan yên enfalê careke din vebûne û dibêjin, “Êrîşên dewleta Tirk êrîşên Baas’ê bibîra me dixe. Careke din birîna me ya enfalê vekir. Heya niha jî ti berpirsek serdana me nekiriye. Divê ev êrîşa Tirkiye di asta navnetewî de bibe rojev, ji bo êdî dûbare nebin.”

21’ê Gulanê balafira bêmirov û biçek ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Tûteqel ya bajaroka Axceler ya ser bi Çemçemalê êrîşê wesayîtekî kiribû. Di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn ku du ji wan xelkê Axcelerê bûn.  Di merasîma sersaxiyê de xizmên şehîdên Axcelerê nerazîbûn nîşana bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dan û xwestin komkujî di asta navnetewî de bikeve rojevê.

Raber Hemze ku yek ji xizmên şehîdên Axcelere daxwaz ji desthilata herêmê kir hedek ji zêdegaviyên dewleta Tirk re deyne û got: “Di van êrîşan de welatî jî tên hedef girtin. Pêwîste hikûemta herêmê û ya Iraqê li beramber van êrîşan bêdeng nemîne. Ji ber herêma me ji sînorê wan gelekî dûre. Eger ev aliyane helwest nîşan nedin dibe felaketên mezintir jî bi ser me de werin. Du şehîdên me ji enfal rizgarbûbûn. Bi vî karî Tirkiye careke din birîna enfal xwînkirin.”

Welatiyê bi navê Ebdulla Mihemed jî diyar kir herêma wan herêma Enfale û Kurdayetiye û ev rexne li desthilata Herêma Kurdistanê kir: “Piraniya şoreş li vê herêmê çêbûne. Ji ber vê gelek qurbaniyên me yên enfalê hene û şehîdên me li vê herêmê hene. Wê demê bi destê rejîma Baas ya hatiye rûxandin çêdibû, niha jî bi destê dewleta Tirk a dagirker axa me bombebaran dike. Evqas roje li ser bombebarana Tirkiye re derbasbûye, lê heya niha ti aliyekî peywendîdar serdana me nekiriye.”

Xizmekî din ê şehîdên Axcelerê Ferîdûn Ecîb jî daxwaz kir ev êrîşane û bi taybet jî komkujiya li gundê Tûteqelê di asta navnetewî de were destgirtin û bi vî awayî pêşî  li êrîşên Tirkiyeyê were girtin.

Xizmekî din ê şehîdan Bêbak Hisên jî got: “Herêma me yekemîn herêma ber pêla enfalê ketiyeye. Weke xelkê herêmê jî me kedeke mezin di ber Kurdayetiyê de daye. Niha jî van herêmane bombebaran dike. Ev êrîşên dewleta Tirk êrîşên Baas’ê bibîra me dixe. Em daxwazê ji hikûmeta Iraq û herêmê dikin, helwest nîşan bidin, çareseriyek jêre bibînin ku, dûbare nebin.”

Roja 21’ê Gulanê balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li gundê Tûteqel a ser bi bajaroka Axceler ya girêdyaî Çemçemalê bomberbaran kiribû, di encama êrîşê de pênc kes şehîdbûbûn ku du ji wan xelkê herêmêbûn û navê wan Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm bûn.

 

1 y 11
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

(bz)

 

 

 

 

Nûçeya berê

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Nûçeya pişt re

Fermandarekî pêşmergeyan çend agahiyên nû li ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Pûşper 28, 2022
HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin

HPG: Li Avaşîn, Zap û rojavayê Ava Zê 34 dagirker hatin cezakirin-Hate Nûkirin

Pûşper 28, 2022

Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê qir dike: Desthilata Başûr çav jêre digire!

34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Nûçeya pişt re
Fermandarekî pêşmergeyan çend agahiyên nû li ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir

Fermandarekî pêşmergeyan çend agahiyên nû li ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê eşkere kir

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist