Xwendekarên Mexmûrê bi kelecan karneyên xwe girtin

Li  Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî bi kelecan karneyên xwe girtin û ketin betlaneya.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistana  amedeyî ku bi piştî nêzî 3 hezar û 500 xwendekar bi zimanê dayikê lê dixwînin piştî sala xwendina 2018 û 2019'an bi dawî bû, ketin  beltaneya havînê. Xwendekaran jî karneyên xwe girtin. Herwiha xwendekarên bûye yekemîn hatin xelatkirin. Beriya ku karne bên dayîn, sîrûda netewî hat xwendin.

Piştî xwendina sîrûda netewî, yek ji rêveberê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn Abdulla Tûnç li ser girîngiya perwerdê axivî. Rêveberê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn Abdullah Tûnç qala girîngiya perwerdê kir û got: “Îro me dawî sala perwerda 2018-2019’an anî. Bi xweşî û nexweşiyê hinek xwendevan pileyên wan başin hinek jî ketine, lê ji bo vê divê em sala bê ji îsal ders bigirin. Dersên xwe yên ketine rabikin. Lê derece tenê milek yê perwerdê ye ne hemî tişte. Kesên ku derecên wan hemû bilind nayê wê wateyê ku ew hemû milê xwe sedan sede yan jî pir başe. Divê herdû mil milê ehlaqî milê kesayet em bêhtir giringî bidinê.”

Her wiha Tûnc wiha domand:“Divê yê em anîn vê asta ku îro dikarin van dibistanan de bi zimanê dayikê perwerde bibinin û xwe pêş bixin ji bîr nekin. Li ser navê rêveberiya dibistana Ş Koçerîn em destxweşî û sipasiya hemû hevalên xwendevan û mamoste dikin.”

Piştre jî navê xwendekarên yekemîn ên refan û dibistanan hatin xwendin û li pêşiya xwendevanan xelatên wan hatin dayîn.

(ah-xr/rn)