Xwendekarên Zanîngeha Raperîn jibo Rojava çalakî lidarxistin

Xwendekarên Zanîngeha Raperîn a li navçeya Ranya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.


Di saetên êvarê de xwendekarên danê êvaran ên Zanîngeha Raperîn li Ranya ji bo piştgirîdana berxwedana Rojava û şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyek girseyî lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û têde hate gotin, Piştî ku Erdogan di mijara ‘navçeya aram’ de biserneket dest bi êrîşên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê kir. Ev dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li ser Rojavaye di heman demê de êrîşeke dagirkeriyê ye li ser Herêma Kurdistanê jî. Ev metirsiyeke li ser tevayî Kurdan bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê. Divê hikûmeta Herêma Kurdistan ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka Başûr bikeve nava hewildanan. Divê hemû bazirganiyên xwe li gel Tirkiye bide rawestandin.

Her wiha hate gotin ku bihêzbûna Rojava di heman demê de bihêzbûna Başûrê Kurdistanê ye, ji bona wê wek xwendekar û mamostayên zanîngeha Raperîn piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin.

(şk)