Xwendekarên zanîngehê xwestin pirsgirêkên wan werin çareserkirin

Yekşem, 15 Berfanbar 2019 – 14:23  ÇEMÇEMAL/ROJNEWS

Xwendekarên zanîngehê xwestin pirsgirêkên wan werin çareserkirin

Xwendekarên zanîngeha Çermû ya navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê, bang li aliyên peywendîdar û rêveberiya zanîngehê kirin daku pirsgirêkên wan çareser bikin. Xwenekaran anî ziman ku ger bersivek erênî nedin wan, ewê xwepêşandanek berfireh lidarbixin.


Xwendekarên zanîngeha Çermû ya navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, yên di malên xwendekaran de dimînin çalakiye lidarxistin.

Xwendekaran daxwaznameyek radestî Wezareta Xwendina Bilind û serokatiya zanîngeha Çemku kirin. Xwendekaran di daxwaznameyê de pirsgirêk û daxwazên xwe anîn ziman.

Di daxwaznameya xwendekarên zanîngehan de ev tişt hatin gotin;

Ji bo xwendekaran nebûna cihên pêwîst, her odeyek 8 xwendekar têde dimînin û ev rêje zêdeye. Her 16 xwendekar xwediyê yek destavê ye.

Cihên ku em tê de dimînin, xirabin û ev jî bandorê li xwendina me dike. Ji ber ku di malên me yên xwendekaran de cihek yê xwendinê nîne û em nikarin xwe ji bo mijarên zanîngehê amade bikin.

Ji ber nefta spî nîne, bihatina zivistanê re gelek xwendekar nexweş dikevin.

Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên me hewldanek cidî were kirin.

Xwendekarên zanîngehê di dawiya daxwaznameya xwe de diyarkirin ku ger bersivek erênî ji bo wan neyê dayîn, ewê xwepêşandanek berfireh lidarbixin.

https://youtu.be/GM9aY46fy24″>

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist