کوردی
العربية
Arşîv
Şemî, Rêbendan 16, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Xwepêşandan û hevdîtinên Şengalê encam da: Asayîşa Êzîdxanê li cihê xwe dimîne

  ROJNEWS- ŞENGAL
01/12/2020 - 4:32:13 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Xwepêşandanên gelê Şengalê ku li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji şevê din ve li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê dom dikirin û her wiha hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re encam da. Li gorî vê yekê wê Asayîşa Êzidxanê li cihê xwe bimîne û li ser pergala asayîşê ya pêşerojê jî wê hevdîtin bidomin.

Di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlêrê de, dijî Şengalê peymanek ku îradeya herêmê û saziyên wê nas nake hatibû îmzekirin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê hêz şandibûn çend cihên Şengalê. Her wiha xwestibû ku hêz bişînin ser Çiyayê Şengalê jî lê li ser nerazîbûna gel, ev hewldan hatibû rawestandin.

Dijî peymanê rêveberî û saziyên Şengalê jî şande ava kiribûn û li Bexda hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha gelê Şengalê jî bi rojane çalakiyan lidar dixe û diyar dike ku bêyî îradeya wan ew tu tiştekî qebûl nakin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bal kişandibû ku Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye û banga lezgîn kiribû. MXDŞ herî dawî duh (30 Mijdar) bi awayekî awarte civiyabû û bang li tevahiya gelê Şengalê kiribû ku 1’ê Kanûnê saet di 09.00’an de li dora navendên Asayîşa Êzidxanê kom bibe.

Li ser banga MXDŞ’ê welatiyên Şengalê şeve din saet derdora 02.00’yan de berê xwe dan navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda navçeyê, bajarokên Sinûnê û Xanesorê. Welatiyên ku li dora navendên asayîşê kom bûn, dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze cihên Asayîşê bigire nerazîbûn nîşan didin.

Welatiyên ku heta serê sibehê li ber navendên asayîşê çalakiya xwe domandin, agir pê xistin û piştgiriya xwe ya bi Asayîşa Êzidxanê re anî ziman.

Di saetên serê sibehê de jî ji nava çalakvanên li pêşiya Asayîşa navenda Şengalê kom bibûn, şandeyek hat avakirin û bi rayedarên hikûmeta Iraqê de hevdîtin kirin. Lê di hevdîtinê de rayedarên Iraqê daxwazên gel qebûl nekirin û xwestin navendên asayîşê werin radestkirin.

Li ser vê yekê welatiyên li pêşiya avahiya asayîşê kom bibûn nerazîbûn nîşan dan û heta navenda navçeya Şengalê meşiyan. Xwepêşdêr ji vir jî careke din vegeriyan pêşiya avahiya asayîşê. Welatiyên ku li ser rê agir pêxistin, diyar kirin ku ew bi tu awayî nahêlin îradeyan wan tûne bê hesibandin û heta daxwazên wan tên bicîhanîn ewê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî meş û xwepêşandanê, hevdîtinên di navbera nûnerên gel û rayedarên Iraqê de ji nûve destpê kirin.

Di encama hevdîtinê de tu daxuyanî ji ragihandinê re nehatin dayîn, lê li gorî zanyariyên ku ji endamên şandeya gel hatine girtin, di hevdîtinan de biryar hatiye girtin ku navendên Asayîşa Êzidxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê li cihê xwe bimînin.

Endamên şandeyê her wiha gotin ku wê li ser mijara “Di pêşerojê de wê pergala asayîşê çawa be?” hevdîtin berdewam bikin û encama hevdîtinan jî piştre werin eşkerekirin.

Li ser encamdana hevdîtinan, xwepêşandanên li pêşiya hersê navendên Asayîşa Êzidxanê jî bidawî bûn.

Piştî peymana Bexda û Hewlêrê ya dijî Şengalê, demek beriya niha artêşa Iraqê xwestibû ku navendên Asayîşa Êzidxanê werin valakirin.

Nûçeya berê

Ciwanek dawî li jiyana xwe anî

Nûçeya pişt re

Wezareta Tendirustî: Ne diyare wê kengî dibistanên Herêma Kurdistanê vebin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Şengalê şehîdên YBŞ’ê bi merasîmek taybet hatin bi bîr anîn

Li Şengalê şehîdên YBŞ’ê bi merasîmek taybet hatin bi bîr anîn

Rêbendan 15, 2021
Ji ber ku xwarin nemabû êrişî xwaringehê kirin

Ji ber ku xwarin nemabû êrişî xwaringehê kirin

Rêbendan 15, 2021

Greva birçîbûna ya girtiyên siyasî di roja 50’emîn de dewam dike

Berxwedana ji bo destekdayîna Asayişa Êzidxanê 45 roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 15’an dewam dike

Mamosta Cirdo: Divê civaka Êzidî xwedî li dibistanên xwe derkeve

Nûçeya pişt re
Wezareta Tendirustî: Ne diyare wê kengî dibistanên Herêma Kurdistanê vebin

Wezareta Tendirustî: Ne diyare wê kengî dibistanên Herêma Kurdistanê vebin

Yên Li Pêş

Mirina bi guman a Metîn Adugît û hinek pirs!

Mirina bi guman a Metîn Adugît û hinek pirs!

Rêbendan 15, 2021

Hat diyarkirin ku welatiyê Metîn Adugît ê li zîndana Hewlêrê bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dayî, beriya sersalê...

Li Şengalê şehîdên YBŞ’ê bi merasîmek taybet hatin bi bîr anîn

Li Şengalê şehîdên YBŞ’ê bi merasîmek taybet hatin bi bîr anîn

Rêbendan 15, 2021

Di 15’ê Çileya 2020’an de li gundê Dugirê ya Şengalê, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de...

Mamosta Cirdo: Divê civaka Êzidî xwedî li dibistanên xwe derkeve

Mamosta Cirdo: Divê civaka Êzidî xwedî li dibistanên xwe derkeve

Rêbendan 15, 2021

LEYLA LORÎN Mamosta Xanim Cirdo da zanîn ku wana destpêkê li Şengalê di bin çadirekê de dest bi perwerdeyê kir...

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 15’an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 15’an dewam dike

Rêbendan 15, 2021

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê a dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi...

Berxwedana ji bo destekdayîna Asayişa Êzidxanê 45 roj li pey xwe hişt

Berxwedana ji bo destekdayîna Asayişa Êzidxanê 45 roj li pey xwe hişt

Rêbendan 15, 2021

Çalekiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 45’an de berdewam dike. Endama Meclîsa...

Ji ber ku xwarin nemabû êrişî xwaringehê kirin

Ji ber ku xwarin nemabû êrişî xwaringehê kirin

Rêbendan 15, 2021

Li ser rêya 60 metrî ya bajarê Hewlêrê êrişî xwaringehek hate kirin. Di encama êrişê de 2 kes birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist