Xwepêşandana Silêmanî: Ev şerê man û nemanê ye 

Bi sedan welatiyên Silêmanî, li dijî êrîş û bombebaranên dewletên Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanan û bi dirûşman piştgirî dan berxwedana gelê Rojava û şervanên QSD’ê. Nûnerê PYD’ê Silêman Ereb jî got, “Ev şerê man û nemanê ye. Wê di vî şerî de neçar bimînin ku Statûya Rojavayê Kurdistanê nas bikin.


Welatiyên bajarê Silêmanî îşev li ser Saholekeya bajarê Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanê û dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Di xwepêşandana dijî dagirkeriya Tirk de timî dirûşmên, “Faşîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Rojava” gotin.

Yek ji rêkxerê xwepêşandanê Ebûbekir Mecîd bi navê girseyê axivî û got, “Armanca dewleta Tirk tenê Rojavayê Kurdistanê nîne, armanca wan qirkirina gelê Kurd e.”

Mecîd ji hunermed, rewşenbîr, çalakvan û kesayetên Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê xwedî helwest bin.

Hevserokê Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Kurdistanê Silêman Ereb jî di xwepêşandanê de axivî û got, “Bila gelê me bizane dewleta Tirk bi van êrîşan zext dike ji bo em îradeya xwe teslîmê wan bikin. Lê baweriya me bi hêza me û gelê me heye. Em parastina nirxên mirovahî dikin.”

Silêman Ereb her wiha got ku ev ji bo Kurdan wan şerê man û nemaneyê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Em bawer dikin ku wê di encama vî şerî de Statûya Rojavayê Kurdistanê were naskirin.”

(bz)