‘Xwesteka Mam Zekî Şengalî pêşî girtina li fermanan bû’

Kur mamê Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), Mirad Mehme Xelef behsa kesayet û jiyana Zekî Şengalî kir û got; “Ew hertim li gel civaka xwe bû, heta dawiyê baweriya xwe bi civaka xwe tanî. Bêy ku guh bide tiştekî ew hertim ji bo tifaqa Êzidiyan xebat dikir.”


Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di 15’ê Tebaxa 2018’an di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bibû. Sibe yekem salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî ye. Têkildarî kesayet, xebat û têkoşîna Şengalî, kur mamê wî Mirad Mehme Xelef ji Rojnews’ê re axivî.

Di despêka axaftina xwe de Mirad Mehme Xelef got; “Em pismamê hevin, dema ku em koçberî Şengalê bûn, mamê min yanî bavê şehîd Zekî li Tirkiye ma. Di navberê de sal derbasbûn, rojek min bihîst ku pirsa min kiriye. Sala 2000’an bû hatibû Musilê û ji wir jî hatibû Til Qesebê. Wê demê ez çûm min ew dît. Wê demê ji minre tiştek got ku ez çicarî ji bîrnakim got, qasî ku ez li gel we rehetim, li tû derê ewqas rehet nabim.”

Di berdewamiya axaftina xwe de xelef wiha behsa kesayeta Mam Zekî Şengalî dike; "Erê ew li gel civaka xwe bû û heta dawî yê baweriya xwe bi civaka xwe tanî. Gelek cara tiştê difikirî bi mere parve dikir. Ji her tiştî re fikrekî wî ya ku çareser bike û nehêle pirsgirêk mezin bibe hebû. Herdem ji bona ku em li hev bikin, da ku kes nikaribe xayintiyê li me bike, em bi hêzbin gotin digot û em hişyar dikirin. Digot  ‘her çar aliyên we dijminin bibin yek dest.’ Her bi vê armancê kar û xebatê xwe dida meşandin. Çewa ku wî bi vê dildarîyê kar kir, dema ku hate şehîd xistin jî bêyî ku tu kes ferq û cudahî têxe nav hemû kes berê xwe dan konê sersaxiyê. Mamo di nava me de tifaqek ava kiribû lê me nedîtibû. Çewa ku bêy ku guh bide germa û sermayê beyî ku bêje filan kes başe ê din xirabe kar û xebat da meşandin, niha jî tişta ku dikeve ser milê me ewe ku em xwedî li vê keda wî derkevin û emê bibin bersîv ji bo xebata wî. "

Xelef axaftinên xwe bi van gotinan dawî kir; "Banga me ji hemû gelê me re ewe ku xwedî li xwestekên mamê xwe derbikevin. Xwesteka wî tifaqa Êzidiya bû, bese êdî em xiyanetê li hev nekin, bese êdî em dijberiya hev nekin. Xwesteka mamo pêşî girtina li fermanan bû.”

(şk)