Yekemîn rûniştina doza Sêwan Qadir û zarokên wê pêk hat

Yekemîn rûniştina doza Sêwan Qadir û zarokên wê pêk hat. Di rûniştinê de cezayê darvekirinê ji kujerê Sêwan re hat xwestin.


Sêwan Qadir Nûrî ya 23 salî, 16 Kanûna 2018’an li gel 3 zarokên xwe li navçeya Çemçemal a girêdayî bajarê Silêmaniyê bi awayekî bi guman hat şewitandin. Di vê bûyerê de destpêkê zarokên Sêwan jiyana xwe ji dest dan, piştî hefteyekê jî Sêwan jiyana xwe ji dest da.

Pîştî salekê îro li Dadgeha Silêmaniyê yekemîn rûniştina doza Sêwan Qadir û 3 zarokên wê pêk hat. Di rûniştinê de dayik, bav û birê Sêwan Qadir axivîn, diyar kirin ku berê jî hevserê Sêwan Qadir ji Sêwan re ne baş bû û timî lêdixist. Her wiha malbatê îdîa kir ku Sêwan û zarokên wê ji aliyê hevjînê xwe Diyar ve hatine şewitandin û daxwaza darvekirina wî kirin. Di salona dadgehê de gelek jinên çalakvan û welatiyên li Sêwan Qadir xwedî derdikevin amade bûn. Rûniştin ji çapemeniyê re girtîbû. Piştî rûniştin bi dawî bû tekildari mijarê parêzer û malbata Sêwan daxuyaniya çapemeniyê dan.

Têkildarî derengketina dadgehê û lêkolîna dozê de jî Koselan Heme Murat got; “Çend sedemên derengketina vê dozê hebûn. Yek ji wan temyîz bû ku demek li wê derê dereng ket, sedemek din jî ew bû me daxwaza veguhestina dozê ji bo Dadgeha Silêmanî kir, ji bo wê zêde dem di ser re çû. Belavbûna dîmenê ji aliyê parlamenterekî ve ti bandora xwe nebû, ji ber dozek zelal bû.”

‘Peyama doza Sêwan gihiştiye dadgehê’

Parêzer Koselan Heme Murat destnîşan kir ku îro yekem rûniştina doza Sêwan Qadir bû, bi başî hatine guhdarkirin û got, ew di wê qenaetê de ne peyama doza Sêwan Qadir gihiştiye dadgeha birêz. Parêzer wiha dewam kir, “Her çi qasî çend rûniştin mabin jî, em vê dadgehkirinê bi şêwayekî pir yasayî dibînîn û bi dilê me ye. Îhtîmal heye dadgeha duyemîn di nav nêzîkî 20 rojan de bi encam bibe."    

‘Xelkê Kurdistanê xwedî li Sêwan û zarokên wê derketin’

Birayê Sêwan Qadir Şiwane Qadir jî destxweşî li kesên hatine kir û got ku ew dizanin kesên beşdarî dadgehê bûne dilê wan bi wan re ye û wiha axivî “Ez nikarim van kesan ji xwişk û birayên xwe cuda bigirim. Hemû xelkê Kurdistanê xwedî li Sêwan û zarokên wê derketin. Cenabî dadwer bê ku pişta kesî bigire mehkeme bi rê ve birin. Hêvî dikim dadwer di rûniştina pêş de bi heman şêwazî tevbigere. Bê alî me hemûyan guhdar kirin.” Şiwana Qadir di dawiyê de da xuyakirin ku westanbûna kesên beşdar bûne bi nirx û mezin e û herî dawî jî got, ew daxwaza cezayê darvekirinê dikin, ji derveyî darvekirinê ew ti tiştekî din qebûl nakin.

(yş)