Yesna cihek taybet ji bo parastina lawiran çêdike

Rêxistina Yesna ya Zerdeştiyên Silêmanî ji bo parastina lawirên li kolanan ciheke taybet çêdike û bi niyeta vê projeyê li herêmên din yên Başûrê Kurdistanê jî pêk bîne.  


Rêxistina Yesna ya Zerdşetiyên Silêmanî ji bo parastina lawirên li kolanan li taxa pîşesazî ya bajêr ciheke taybet çêkir. Wê lawirên li kolanan li vî cihî kom bikin û li wan binêrin.

Awat Hisamedîn endama Rêxistina Yesna ya Zerdeştiyan diyar kir ku şaredariya Silêmanî ji bo vê projeya wan du donim erd daye wan û got, “Li kolanan gelek lawir hene (kuçik û pisîk) li rastê şîdetê û mûameleya xirap tên. Yanjî li ser cadeyan wesayît li wan dixe. Ji ber vê jî me pêwîst dît ku cihek taybet ji bo van lawiran çêbikin, ji bo werin parastin.”

Awat Hisamedîn dazanîn ku ew bi niyetin li Hewlêr û herêmên din yên Başûr jî vê projeyê pêk bînin.

Awat dazanîn ku ew bi derfetên xwe û bi awayeke xwebexş kar dikin û ji hikûmetê û ji kesên dewlemend xwest ku piştgiriyê bidin vê projeya wan a ji bo parastina lawiran.

(bz)