کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gelawêj 7, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

YJA Star: Êriş dijî jiyana Rêbertî û destkeftiyên 50 saliyê ye

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
25/04/2022 - 9:24:13 am
in KURDISTAN
0 0
A A
Ji Fermandariya YJA Starê peyama pîrozbahiyê
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo gerîlayên azadiyê peyamek şand. YJA Starê di peyama xwe de got; “Ev êriş li dijî jiyana Rêbertî, destkeftiyên 50 salî yên têkoşîna me, tevgera me û baregehên gerîlayan e. Ji ber vê dema bi metodên herî afirîner li hemberî dijmin şer were kirin wê dijmin nikaribe derbas bibe. Ev çiya tê wateya serbilindiya nasnameya Kurdên azad, ev welat heq dike ku bi navê azadiyê were zanîn, ev gel heq dike ku bi nasnameya azad bijî û jin heq dikin li ser bingeha azadiyê hebin”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi peyamekê xîtabî gerîlayên li qadê kir û ev tişt got:

“Em şehîdên xwe yên mezin heval Şaristan, Rêdûr, Navdar, Egîd, Şervan, Agir, Fedakar, Mizgîn, Zîlan, Rojgirav û Fedaî yên ku meşvanên herî pêşeng ên milîtaniya Rêbertî ne, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em gerîlayên ku ruhazad ên jinan û gelên xwe yên ku bi helwesta 8’ê Adarê û Newrozê sedema xwe ya hebûnê li ser bingeha girêdana bi Rêbertiyê re şênber dikin, hemû rêhevalên xwe yên bi berxwedana xwe ya mezin pêşiya dijmin birîne pîroz dikin û diyar dikin ku ev helwest temînata serfiraziyê ye.

Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo dikeve sala 50’emîn jinan derfeta pêkanîna paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk zeft kirine, di şexsê gelê Kurd de, derfeta azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê, ji her demê zêdetir dikare pêk were. Daxwaza gelên di nav rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn, têkoşîna bi rêxistinkirî ya di şexsê gerîlayan de li hemberî hemû pergala desthilatparêz û mêrserwer hatiye asta ku dikare bi ser bikeve. Ji bo pêşîlêgirtina vî tiştî hêzen komploger ên navneteweyî, Rêbertiya me dîl girtine.Vê pergala êşkenceya Îmraliyê ya ku normên mirovî û hiqûqa wê bin pê kirine, hemû êrişên li ser gelê me û baregehên gerîlayan ji bo pêşîlêgirtina pêkanîna paradîgmaya Apoyî ye.

Li ser vî bingehî hemû êrişên li ser Rêbertiya gelê Kurd û gerîlayan, wekî berhem, rêxistinkirin û beralîkirina hêzên hegemonîk ên navneteweyî tê kirin.Li hemberî Rêbertiya me pergala êşkenceyê hatiye kûrkirin, bi kirinên dermirovî zilm li ser gelê me tê kirin, çekên kîmyewî jî tê de li ser qadên gerîlayan êriş tê kirin û li hemberî van tiştan qada navneteweyî bêdeng e. Ev bêdengî ji şirîkatiya armanca desthilatdariyê ava dibe. Ev hêz rejîma faşîst a AKP û MHP’ê li ser pêyan dihêle û li hemberî Tevgera me heta dawiyê bi kar tîne. Ew dixwazin paradîgmaya Rêbertî ji alternatîfbûnê derxînin.

Berxwedana hêzên azadiyê

Hêzên me yên milîtanên ku evîn û exlaqê azadiyê ya sedsala 21’emîn datînin holê, bi zanabûna vê rastiyê ji bo xwedîlêderketina paradîgmaya Rêbertî, parastina eniya azadiyê û ji bo parastina nirxên hatine bidestxistin, şerekî mezin dikin. Nasnameya hêzên me yên ku di sala 2021’an de berxwedana mezin danîbûn holê û niha jî li Zap û Avaşînê heman xetê di şertên awarte de temsîl dikin, xeta wê ya îdeolojîk e, çawaniya wê jî milîtaniya fikrên Rêber Apo ye. Diyar e ku hûn rêhevalên me li ser vî esasî tevdigerin û vê rûmetê temsîl dikin. Armanca faşîzma AKP û MHP’ê ya ji bo Kurdên xwedî rûmet îmha bike çawa ku stratejîk be, berxwedana hêzên me yên azadiyê jî li ser esasê temsîlkirin û parastina armancên stratejîk bû. Ji ber vê vî şerê me, di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, li ser navê jin û gelan, ‘Şerê Manûnemayê’ ye.

Hesabê şaş dibîne

Rejîma faşîst a ku bi bikaranîna her cure teknîkê dibêje qey ew her bihosta axa me bomberdûman bike wê ruhê azadiyê têk bibe, li qadên Zap û Avaşînê careke din rastî milîtaniya mezin a Apoyî hatiye û dibîne ku hesabekî şaş kiriye. Ev êrişên rejîma faşîst, di şexsê Kurdan de hemû nirxên mirovayetiyê ji xwe re dike hedef. Armanca êrişê ev qasî zelal e, li hemberî van êrişan şirîkatî û hevkariya bi dijmin re, li hemberî nasnameya Kurdên azad û nirxên mirovayetiyê tê wateya îxaneta ku bi tu awayî mirov nikare sedemekê jê re bibîne. Li holê ye ku hêzên me yên azadiyê, di rastiya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê de, li hemberî pergala şaristaniya dewletparêz de, di şexsê PDK’ê de li hemberî rastiya ‘Kurd’ên kole jî şer dike.

Li hemberî vê rastiyê berxwedana ku ketiye roja 8’an, kevneşopiya Zapa berxwedêr a ku dijmin têk dibe, bi awayê herî xurt temsîl dike. Milîtanên me yên YJA Starê yên ku li ser xeta Rêbertiyê tê wateya îfadeya rêxistinkirî ya îddîaya azadiyê di nav vê berxwedanê de bi çalakiyên afirîner û pêşengiya xwe, bi mîsyoneke gorî nasnameya rêxistinkirî tevlî berxwedanê dibin. Di van şertan de ya ku her bihostek axa wê bombe lê tê barandin, ev hevalên me yên ku derbên giran li dijmin didin û jina azad di asta lûtkeyê de temsîl dikin, silav dikin û wan pîroz dikin. Vî şerê ku wê her dem zêdetir bibe, diyar e ku wê faşîzmê û nasnameya xayîn û îxanetê têk bibe.

Dijmin nikare

Hevalên me yên ku hay ji van rastiyan hene, bi berxwedaniya gerîlatiya sedsala 21’emîn û bi dewlemendiya taktîkan û hêza şer a fedaî, hûn vê rastiyê datînin holê. Ev êriş li dijî jiyana Rêbertî, destkeftiyên 50 salî yên têkoşîna me, tevgera me û baregehên gerîlayan e. Ji ber vê dema bi metodên herî afirîner li hemberî dijmin şer were kirin wê dijmin nikaribe derbas bibe. Ev çiya tê wateya serbilindiya nasnameya Kurdên azad, ev welat heq dike ku bi navê azadiyê were zanîn, ev gel heq dike ku bi nasnameya azad bijî û jin heq dikin li ser bingeha azadiyê hebin. Em ê li ser van rastiyan hesap ji dijmin bipirsin û bi vê berxwedanê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin û serfiraziyê bi dest bixin. Li ser vê biryardariyê em careke din hevalên xwe yên şehîd bûne bi rêz û hurmet bi bîr tînin, di şexsê hêzên me yên Zap û Avaşînê hemû milîtanên HPG û YJA Starê bi hezkirin silav dikin.Wê di sedsala 21’emîn de wê xeta Rêbertiyê û pergala Neteweya Demokratîk bi ser bikeve û pergala dewletparêz a mêrserwer û şirîkên wan ên xayîn jî têk biçin.”

Nûçeya berê

‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dibe’

Nûçeya pişt re

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang kir: Li ber faşîzma AKP-MHP’ê rabin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Sancar: Wê di meha Îlonê de Tifaqa Kurdî bê ragihandin

Sancar: Wê di meha Îlonê de Tifaqa Kurdî bê ragihandin

Gelawêj 7, 2022
   ‘Gerîla rola xwe dilîze, em kêm dimînin’

HPG: Di Operasyona Şoreşgerî de 39 dagirker hatin cezakirin

Gelawêj 7, 2022

Li Hewlêrê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

PYD: Qada hewayî li balefirên Tirk bigrin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê bang kir: Êdî bêjin bes e!

Li Efrînê 3 kes ji aliyê dewleta dagirker ve hatin revandin

Nûçeya pişt re
Komîteya Rêveber a PKK’ê bang kir: Li ber faşîzma AKP-MHP’ê rabin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang kir: Li ber faşîzma AKP-MHP’ê rabin

Yên Li Pêş

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Gelawêj 7, 2022

Yek ji kevneşopiyên ku berbi windabûnê ve diçe, çêkirina tevin, şeleme û parzûn e. Dayîka Taybet Mijinî ku li Wargeha...

Di xwepêşandanên Nifşê Nû de gelek kes hatin binçavkirin

Di xwepêşandanên Nifşê Nû de gelek kes hatin binçavkirin

Gelawêj 6, 2022

Li çend navendên Silêmaniyê li ser banga Nifşê Nû xwepêşandanan destpê kir û hinek rêveberên Nifşê Nû û çalakvan hatin...

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Gelawêj 6, 2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrişa balafira  bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo...

Li Qamişlo wesayîtek hate bombebarankirin-NÛ BÛ

Li Qamişlo wesayîtek hate bombebarankirin-NÛ BÛ

Gelawêj 6, 2022

Hate ragihand ku balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo wesayîtek...

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Gelawêj 7, 2022

Di dîroka avabûna dewleta Iraqê de, cara yekem Kurdan li gorî destûrê beşek zêde ya mafên xwe standin û di...

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

Gelawêj 7, 2022

BIRWA ESHED Çavdêrê Siyasî Felah Selah da zanîn bûyerên li Iraqê rû didin derencama nebûna peywendiyan a di navbera pêkhate...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist