YNK: Divê Bexda, Kerkûk û Herêm yek paket be

Endama Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman eşkere kir ku YNK dikare di demek herî nêzîk de namzetên xwe diyar bike, lê li benda pêkanîna lihevkirina li gel PDK'ê ye û got; "Ji bo ku Bexda, Kerkûk û Herêm yek paket be û pirsgirêk di çarçoveya lihevkirinê de çareser bikin YNK bi israr e."


Her çiqas ji carekê zêdetir ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) lihevkirin ragihandin û di 5'ê Gulanê de bi fermî lihevkirin îmze kirin, lê li gorî gotinên Endama Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hîn nakokî di navbera herdu partiyan de maye.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman ji malpera fermî ya YNK'ê re axivî û got; "Ji bo diyarkirina namzetên j bo wezîfeyên hikûmet  û parlamentoyê pêwîstiya YNK'ê  bi demek zêde nîne. Lê, li benda gavên ji bo pêkanîna lihevkirina li gel PDK'ê ye. "

Endama Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman da zanin ku ji bo pêkanîna lihevkirinê peywendiyên Kosret Resûl û Mesûd Barzanî berdewam dikin.

Bilêse Cebar Ferman işaret bi nakokiyên di navbera PDK û YNK'ê de kir û got; "Ji bo ku Bexda, Kerkûk û Herêma Kurdistanê yek paket be û pirsgirêk di çarçoveya lihevkirinê were çareserkirin biisrar e."

(ab)