'YNK'ê ji bo walîtiya Kerkûkê 39 nav pêşkêşî PDK'ê kirine'

Çavdêrê Siyasî Edalet Ebdullah diyar kir ku hata niha YNK'ê ji bo walîtiya Kerkûkê 39 nav pêşkêşî PDK'ê kirine, lê PDK'ê hemû red kirine û got ku ji ber redkirina wan navan êdî baweriya YNK'ê bi PDK'ê nameye, lewma rûniştina parlamentoya Herêma Kurdistanê ya hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê boykot kir.


Ji bo diyarkirina kesekê ji bo waliya Kerkûkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)bi îsrare û PDK jî ji bo bersivdayîna YNK'ê lihevkirina di navber xwe û YNK'ê de parve kir.  

Li gorî lihevkirina di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi gavên  ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê re kesek ji bo walîtiya Kerkûkê bi xwesteka YNK'ê û erêkirina PDK'ê were hilbijartin. Li gorî lihevkirinê ji bo hilbijartina walîtiya Kerkûkê dem maye.

Çavdêrê Siyasî û şêwirmendê ragihandina YNK'ê Edalet Ebdullah beşdarî bernameya Pirs a radyoya Dengê Welat bû û got; "Raste li gorî lihevkirina di navbera PDK'ê û YNK'ê de hîn dam maye ji bo diyarkirina kesekê ji bo walîtiya Kerkûkê. Lê baweriya YNK'ê bi PDK'ê namaye. Ji ber ku heta niha 39 nav ji bo walîtiya Kerkûkê ji bo PDK'ê şandiye. Da ku PDK yekê jê hilbijêre, lê PDK'ê hemû red kirine."

Çavdêrê Siyasî Edalet Ebdullah wiha domand; "Ji ber ku baweriya YNK'ê bi PDK'ê nemaye, rûniştina parlamentoya ya ku têke serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin boykot kir. Ji bo merasîma sondxwarina serokê herêmê çend guftûgo di navbera PDK'ê û YNK'ê de pêk hat. Vê carê PDK'ê soz da ku namzetekê erê bike û vê pirsgirêkê çareser bike."

(ab)