YPG: Li herêmên Çiyayê Kizwanan û Holê 26 çete hatin kuştin

image_print

Yekşem, 13 Mar 2016 – 16:50 

YPG: Li herêmên Çiyayê Kizwanan û Holê 26 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyakirin ku  li herêmên Çiyayê Kizwanan û Holê 26 çete hatin kuştin.


NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 12-13’ê Adarê yên li hemberî kantonên Kobanê û Cizîrê, daxuyaniyek weşand.

YPG’ê diyar kir ku di 12’ê Adarê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî başûrrojhilatê Holê kirine û ev agahî hatin dayîn: “Piştî êrîşê li fitlanoka Ûm-Cirêx a li ser sînor şerekî dijwar qewimî. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 23 çete li vir hatine kuştin û cenazeyên wan tevî çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên me.”

Di dewama daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:”12’ê Adarê saet di navbera 14:30- 15:00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî gundê Ebrê kirin. Çeteyan di heman demê de ji Pira Qaraqozaxê êrîşî gundê Qereqozaxê û derdora wê kirin.

12’ê Adarê saet di 08:00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û çekên sekvaniyê êrîşî başûrê Bendava Tişrînê ya Kobanê kirin. Êrîşê heta saetên derengî dewam kir.

Komên çeteyan 13’ê Adarê (îro) saet di navbera 01:00-02:00’an de li Bakurê bendavê xwestin êrîş bikin. Piştî mudaxelekirina hêzên me komên çete ji neçarî ji herêmê reviyan.

12’ê Adarê saet di 05:00 de çeteyên DAIŞ’ê nêzî 20 km başûrêrojavayê Çiyayê Kizwanan êrîşek li dar xist. Li ser mudaxelekirina hêzên me şerekî dem kurt qewimî. Di şer de bi qasî ku hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 3 cenazeyan 1 çeka BKC, 1 çeka B-7 Roketavêj, 3 çeka kalaşnîkovê, 3 rext, 17 jarjor û 3 bombeyên destan bi dest xistin.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
P S Ç P C C P
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031  

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist