YPG: Li Şêxmeqsûd 4 çete hatin kuştin

Pênçşem, 21 Avrêl 2016 – 17:44 

YPG: Li Şêxmeqsûd 4 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyan didomin û li Taxa Şêxmeqsûd 4 çete hatine kuştin û 5 jî birîmdar bûne.


NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê êrîşên çeteyan û dewleta Tirk yên li ser Rojava û Taxa Şêxmeqsûd de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin. Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev agahî hatin parvekirin:

“Komên çeteyan 20’ê Nîsanê bi çekên giran, topên hawan û cehenemê êrîş birin ser taxa Şêxmeqsûd. Komên çeteyan ku bi awayekî hemwext dixwestin ji herêma Seken Şebabî têkevin taxê ji aliyê hêzên me ve hatin tekbirin. Di şerên li vê herêmê de qasî hatiye zelalkirin 4 endamên çeteyan hatin kuştin, 5 çete jî hatin birîndarkirin.”

Êrîşên DAIŞ’ê didomin

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Kobanê jî didomin û ev agahî hatin dayîn: “20’ê Nîsanê di navbera saetên 07.00 û 08.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser gundê Girê Sor û derdora wê ya dikeve başûrê bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.

Heman rojê komên çeteyan di navbera saetên 11.00 û 12.00’an de bi çekên giran du êrîşên cûda birin ser rojava û rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”

Êrîşên artêşa Tirk didomin

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên arteşa Tirk ên li ser xeta sînorê Rojava jî didomin û wiha hate gotin: “Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk 20’ê Nîsanê saet di 17.00’an de hemwelatiyên me yên di nava erdê xwe yê li gundê Tilsimbrê yê dikeve rojhilatê Kobanê de kar dikirin, gulebaran kirin. Di encama vê êrîşê de hemwelatiyekî me birîndar bû. Artêşa Tirk heman rojê di navbera saetên 20.00 û 21.00’an de bi çekên giran êrîş birin ser gundên Susik û Tilsimbrê yên dikevin rojhilatê Kobanê.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist