Fermandariya YRK’ê têkildarî êrîşa şevê din ya balafirên bêmirov ên Tirk de daxuyaniyekî belav kir û eşkere kir ku ti wendahiyeke hêzên wan nîne, lê zirara madî gihîştiye xelkê herêmê.
Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker şevê din li dijî gundê Rengîne ya girêdayî Pêncwênê êrîşa hewayî pêkanîbûn.
Têkildarî êrîşa şevê din Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
YRK’ê diyar kir êrîş di derdora saet 19.45’an de bi balafirên bêmirov û biçek (SİHA) pêkhatiye.
YRK’ê ragihand ku ti wendahiyeke hêzên wan nîne, lê zirarên madî gihîştine xelkê herêmê.
Berfirehiya daxuyaniya YRK’ê wiha ye:
Weke tê zanîn dewleta faşîst û dagirker ya Tirk di dîroka 03-12-2021’an û saet 19.45’an de li herêma Pêncwênê li derdora gundê Rengîne, bi rêya balafirên keşfê êrîşa hewayî pêkaniye. Di vê êrîşê de zirarên madî gihîştine xelkê herêmê, lê tu zirarek negihîştiye hêzên me.
(bz)