YRK’ê nasnameya gerîlayekî xwe ku li Kirmaşan şehîd bû, eşkere kir

Şemî, 16 Tîrmeh 2016 – 12:58 

YRK’ê nasnameya gerîlayekî xwe ku li Kirmaşan şehîd bû, eşkere kir

YRK’ê ragihand ku gerîlayekî wan di şerê bi caşên rejîma Îranê re li herêma Selas Bawacanî ya Kirmaşanê şehîd bûye.


NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK)’ê bi daxuyaniyekî nasnameya gerîlayekî xwe yê ku li herêma Selas Bawecanî ya Kirmaşanê şehîd bû, eşkere kir.

Naveroka daxuyaniya YRK’ê wiha ye;

“Di roja 29’ê Hezîranê de dema ku yek ji yekîneyên me li herêma Selas Bawecanî ya Ciwanro-Kirmaşan li ser erka xwe bûn, ketin kemîna caşên herêmî û yên rejîma Îranê. Di encama kemînê de şer derket û hevalê me yê bi navê Ronî Rojhilat birîndar bû. Bi wê halê xwe yê birîndarî tevahiya rojê li ber xwe dide û şer dike. Piştî ku pê dihese wê hêzên caş wî bi dest bigirin, hevrêyê me yê têkoşer Ronî Rojhilat bi bawerî û ruhê xwe yê fedayîtiya Apoyî, bombeya destan a li gel xwe, diteqîne û tevlî karwanên şehîdên rêya azadiyê dibe.

Hevrê Ronî ji malbatek welatparêz ji gundê Belecûk ê ser bi Kotol a Ûrmiyê tevlî nava rêfên têkoşîna azadîxwazî bû. Ji rojên destpêkirina şoreşgeriyê bi seknek fedayî, mutewazî û jidil, bû mînak ji bo hevalên xwe.

Em wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) sersaxiyê di serî de ji malbata şehîd Ronî, gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin. Soz û peymana xwe ji bo berdewamkirina rê û gihiştina bi armancê wan nû dikin.

Nasnameya Gerîlayê Şehîd;

Mehmûd Şerîfî bi navê kod Ronî Rojhilat. Li gundê Belecûk ê ser bi Kotolê hatiye dinê û di roja 29.06.2016’an li Ciwanro-Kirmaşan şehîd bû.

(ge)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist