Zarokê 3 salî ku hatibû binçavkirin ji RojNews re axivî

image_print

Şemî, 12 Jan 2019 – 17:43  SILÊMANİ/ROJNEWS

Zarokê 3 salî ku hatibû binçavkirin ji RojNews re axivî

Zarokê 3 salî Ferhad Mihemed jî duh ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve bi dayîka xwe ve hat binçavkirin. Ferhat got ku di zindanê de gelek zarokên din jî hebûn û zindan sar bû.


Li Silêmaniyê duh bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakvanên medenî yên jin, kesayetên siyasî û endam û rêveberên Tevgera Azadî , Bereya Demokrasiya Gel û RJAK’ê li Sekoy Azad a li Parka Azadî kom bûn. Dihat plankirin ku di bîranînê de kurtefilmê ku berxwedana Cansiz vedibêje hatiba nîşandan û xelata îsal ku ji bo bîranîna Cansiz tê dayîn, diyarî Leyla Gûven hatiba kirin.

Lê asayîşê mudaxeleyê çalakvanan kir û nêzîkî 50 kesan binçavkir. Dinava kesên hatîn binçav kirin de jî zarokê bi navê Ferhat Mihemed ku temenê wê 3 saliye jî hebû. Ferhat jî bi dayîka xwe re bû û hatibû binçav kirin.

Zarokê 3 salî Ferhat rojek di zindanê de ma û bi qasî karî bi axive hestên xwe ji RojNews re got. Ferhat got: “Ez di zindanê de bûm, polîsan min binçav kir. Ez bi dayîka xwe re bûm û em hatin binçavkirin. Di zindanê de zarokên din jî hebûn û zindan gelek sar bû.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist