Zêdetirî 700 hezar geştiyar serdana devera Soran kirine

Hatina geştiyaran ji bo devera Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê berdewame, Rêveberê Geşt û Guzara Soran Barzan Mihemed diyarkir ku îsal zêdetirî 700 hezar geştiyar serdana cihên geştiyarî yên devera Soran kirine.


Li devera Soran û devera Balekayetî yên ser bi parêzgeha Hewlêrê gelek cihên geştiyarî hene. Ev cihên geştiyarî ji ber xwezaya xwe ya xweş bûye yek ji cihên herî zêde geştiyar berê xwe didinê.

Rêveberê Geşt û Guzara Soran Barzan Mihemed li ser hatina geştiyaran ya ji bo devera Soran ji Rojnews’ê re axivî û got; “Îsal zêdetirî 700 hezar geştiyaran serdana devera Soran kirine. Em li bendêne heya dawiya salê ev jimar bigihe yek milyon geştiyar. Li gora sala borî ev rêje ji sedî 25 zêdetir bûye.”


Barzan Mihemed sedemê zêde hatina geştiyaran bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêda ku  biryarek di 1’ê Îlonê de derxistin ji bo êdî li xalên kontrolê yên Kerkûkê 10 hezar dînar ji geştiyarên başûr û naverasta Iraqê neyê girtin.

Barzan Mihemed da zanîn ku ev biryara hikûmetê bûye sedem ku geştiyarek zêde berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û ev yek jî sudek mezin digihînin aboriya Herêma Kurdistanê.

(şk)