‘Zimanê me pêşeroja me ye, em li zimanê xwe xwedî derkevin’

Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ziman hebûna gelekî ye û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî kir.


Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Em Cejna Zimanê Dayîkê a Cîhanê li afrênerê azadiyê Rêber Apo û li hemû gelan pîroz dikin. Weke tê zanîn roja 21’ê Sibatê di cîhanê de ji aliyê hemû netewan ve weke roja zimanê dayîkê tê pîrozkirin. Zimanê mirov hebûna mirov e, ziman çand e, ziman nasname û îrade ye. Netewa ku bê ziman be bê bingeh e. Ji ber ku zimanê dayîkê reng û dengê xwezaya mirov e. Di cîhanê de çawa ku her stêrkek bi şewqa xwe, xwe digihêne her goşeyê cîhanê, her însanek  jî bi zimanê xwe yê dayîkê xwe digihêne rastîya xwe.

Zimanê dayîkê ji bo her netewek, her civakek û her mirovek pîroz e. Mirov, civak an jî netew bi her tiştê  xwe yê heyî yê ku civakbûnê çêdike  bi rîya zimanê dayîkê fêr dibe. Her zarokek dema ku çavên xwe li dinyayê vedike, dixwaze zimanê dayîka xwe bipeyîve û bikene. Lê sistema kapîtalîst wisa kiriye ku êdî zarok bi hêsanî nikare bi zimanê dayîka xwe  bipeyîve. Ji bo ku ev sistema kapîtalîst were puçkirin em bang  li her civakek û netewek dikin ku zimanê xwe biparêze.

Ji ber ku zimanê dayîkê hest, vîn û îradeya mirov e. Em bi zimanê xwe baixivin û bidin axaftin. Em weke mamosta û xwendevanên civaka Êzidîxanê roja zimanê dayîkê  li hemû  mirovahiyê  pîroz dikin.

Zimanê me pêşeroja me ye, em bi zimanê xwe baxivin û bidin jiyîn.”

(xb)