-Li Kerkûkê wê Şiwan Dawidî û Hesen Baram bi navnîşana ‘Siberoja Iraqê berbi kuderê ve’ semînerekê bidin. (16.00)
-Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike.
-Berxwedana gelî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didome.
-Şaredariyên gel ên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hatina demsala payîzê re lez dan kar û xebatên xwe û ji bo hêsankariya hatin û çûnê, dest bi sererastkirina rê û pira kirine. Welatiyên Şengalê jî diyar dikin ku ji bilî şaredariyên gel ti kesek daxwazên wan pêşwazî nake.
-Ji ber nebûna xizmetguzariyên sereke û êrişên dewleta Tirk û Îranê roj bi roj gundên girêdayî navçeya Soran vale dibin. Şêniyên hin gundên devera Balekayetî dibêjin, hikûmeta Herêmê ti wefadariyek nîşanê wan nedaye. Serokê şaredariya Soran jî diyar dike ku divê hikûmet xizmetguzariyan ji gundan re bike, dakû gund vale nebin.
-Çavdêrê siyasî Elî Mehmud ragihand ku her aliyek alîkariya dagirkeran bike, wê di dîrokê de şermezar bibe û got; “Pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî lihemberî dijmin bibin yek, dev ji şerê Kurd bi Kurd berdin, ji ber ku şerê Kurd bi Kurd armancek dewleta Tirk e.”