ROJEVA 12.10.2018

- Li bajarokê Qerehencîr a Kerkûkê Şehîd Sekewt Gabar li Hola Bonekan were bîranîn. (14:30)


-Li bajarokê Soran bi hatina zivistanê re ji ber ku neft nayê belav kirin, welatiyan çavê xwe berdane ser birîna daran. Lê birînan daran metirsiyê dixe ser jîngeya navçeyê. Welatî jî diyar dikin ku êdî baweriya wan bi sozên rayedaran nayê û ji ber ku neft nayê belav kirin mecbûrin daran bibirin.

-Endamekî PDK'ê diyar kir ku piştî bûyerên 16'ê Cotmehê lihevkirina stratejîk ya di navbera PDK'ê û YNK'ê de bi dawî bûye. Endamekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku ew dixwazin di avakirina hikûmeta nû de dawî li sîstema du îdareyî bînin.

-Festîvala Filmên navnetewî ya Silêmanî di roja 3'an de dewam dike.