ROJEVA 14.08.2019

Wê bi boneya çilrojiya şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) merasîmek girseyî ya bîranînê li Silêmanî were lidarxistin. (16:00)


- Jinên Şengalê, destnîşan kirin ku xeyala Mam Zekî avakirina yekîtiya Êzidxanê bû û gotin ku ew ê xwedî li hêviyên Mam Zekî derkevin, yekîtiyê pêk bînin.

- Di ser komkujiyên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr re ku nêzî hezar kes hatibûn qetilkirin, 12 sal derbas bûn, lê hîn birînên wan nehatine kewandin û lêkolîn nehatine kirin, berpirsyar nehatine cezakirin.

- Jinên Binarê Qendîlê têkildarî kesayeta şehîd Diyar Xerîb axivîn û gotin; Diyar Xerîb gelek caran ji mere di got destpêkê xebat ji bo mirovahiye pişte ji bo Kurdayetî ye.

- Şeş pirtûk û biroşorên Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi boneya çilrojiya şehadeta wî de ji nûve hatin çapkirin. Tê payîn ku îro di merasîma bîranînê ya çilrojiya wî de werin belavkirin.

- Kur mamê Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), Mirad Mehme Xelef behsa kesayet û jiyana Zekî Şengalî kir û got; “Ew hertim li gel civaka xwe bû, heta dawiyê baweriya xwe bi civaka xwe tanî. Bêy ku guh bide tiştekî ew hertim ji bo tifaqa Êzidiyan xebat dikir.”