ROJEVA 19.11.2019

- Li Hewlêrê wê şandeya Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Kurdistanê serdana Polîtburoya YNK'ê Qadir Ezîz bike û piştre jî serderdana Komeleya Komunîsta Îranê ya li Zirguwez bike. (10.00)


- Li Silêmaniyê Lijneya Belgekirina sûcên jenosîda gelê Kurd wê bi hemahengiya Nûnertiya Rojava serdana zarokê ji Rojava Sara ku li Rojavayê Kurdistanê birîdar bibû bikin û piştre serdana wargeha koçberên Rojava ya Barîke bikin. (10.00)

- Li Hewlêrê wê bijîşkên didan, ji bo werin tayînkirin li ber Sendîkaya Bijîşkan çalakiyekê lidar bixin. (15.30)

- Li gundê Sofî Rehîm ê Germiya Rêxistina WAD a Elmanî çend çalakiyên jîngehî lidar bixe.

- Welatiyê Kerkûkê diyarkirin ku ji bo ew malê Tirkî nekirin, amadene nanê hişk bixwin. Herwiha dan zanîn ku boykot xwedî bandorek mezine û ger bê dewam kirin wê derbeyek mezin li aboriya Tirkiyeyê bixe.

-Li Helebce 11 xaniyên ku wek belgeya dîrokî ya kîmyabarana Helebce dihatin naskirin, ji ber nekirîna ji aliyê hikûmetê ve tenê 4 xanî ji wana mane. Xaniyên din yan rûxiyane yan jî hatine hilweşandin. Malbatên şehîdan hikûmetê bi bêxemiyê rexne kirin û daxwaz ji hikûmetê kirin ku van xaniyên ku wek belgeya kîmyabaranê têne naskirin bi parêze.

-Welatiyê Kerkûkê diyarkirin ku ji bo ew malê Tirkî nekirin, amadene nanê hişk bixwin. Herwiha dan zanîn ku boykot xwedî bandorek mezine û ger bê dewam kirin wê derbeyek mezin li aboriya Tirkiyeyê bixe.