-Berxwedana gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Metîna, Avaşîn û Zapê di roja 57’an de berdewam dike.
-Li Hewlêrê wê hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ji bo pêkanîna yekîtiya li dijî dagirkeriyê berdewam dike.
– Wê civîna parlamentoya Iraqê pêk were.
-Serokê Koma Tevgera Goran a Meclîsa Parêzgeha Hewlêrê Dilêr Hisên, têkildarî hewildan û provakasyonên ji bo derxistina şerê Kurd bi Kurd got; “Em hertim alîgirê wê yekê ne ku hemû aliyên siyasî bi danûstandinê pirsgirêkan çareser bikin. Wek Tevgera Goran bi ti awayek ne alîgirê şer û nakokiyên nava aliyên Kurdî ne.”
-Yek ji serkirdeyên dêrîn ên şoreşa Başûrê Kurdistanê Mam Salih Gurî Espî, da zanîn ger PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, yek leşkerên Tirk nikarin derbasî xaka Herêmê bibin. Her wiha got; “PKK şerê navxweyî naxwaze, lê PDK provakasyonan dike. Divê PDK bizane ku karê ew dike nûkertîkirina ji dewleta Tirk re ye û karek xelete.” Mam Salih ev pirs ji PDK’ê kir; “Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe bi parêze?”