ROJEVA 23.05.2020

-Parêzer Peyman Êzedîn diyar kir ku helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û ambargoya nêzî 10 mehane li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) neqanûnî ye û got;”PDK weke girtiyan nêzî panaberên Mexmûrê dibe. Tişta bûye sedema pêkanîna siyaseta xwe, bêdengî ye. Pêwîstbû ji berî her tiştî parlamento xwedî helwest be.”


-Li Silêmanî, Ranye û Kelarê malbatên şehîdanê wê serdana gorên zarokên xwe bikin. (16:00)

-Mamostayên Helebce wê li ser boykota ezmûnan daxuyaniyek çapemeniyê bidin. (16:00)

-Doktor û karmendên Nexweşxaneya Giştî ya Helebceyê 17’ê Gulanê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ji ber nêzîkatiyên xerab ên Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê naçin ser kar. Karmend û doktor ji bo vegera ser kar jî dixwazin aliyên pêwendîdar soza çareserkirina pirsgirêkan bidin wan. Çavkaniyeke nexwest navê xwe bide jî diyar kir, berpirsên YNK’ê yên li Helebceyê ji bo ti astengî rû nede soza guhertina Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê dane.

-Tevî redkirina pêşniyaran heta niha Bexda deriyê guftûgoyê li pêşiya şandeya danûstandinkar a Herêma Kurdistanê negirtiye. Ne tenê her evqase, belku weke nîşandana niyetek baş Serokwezîrê Iraqê biryar da ku 400 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.

-Kêmbûna ceyrana niştîmanî ji bo welatiyan û esnafan bûye pirsgirêk. Esnafekî Germiyan dibêje;”Hikûmetê di nava 29 salan de her salekê yek saet ceyran hilberanda wê niha pirsgirêka ceyranê nemaya.”

- Malbatek xelkê Rojavayê Kurdistanê, ji mala ku tê de dima hate derxistin. Malbat 3 roj bû li ser şeqamane. Malbatê bang li rayedaran kir daku cihek bidin wan û alîkariya wan were kirin.