154 parlamenterên Îranê  êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

154 parlamenterên Îranê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  şermezar kirin.


154 parlamenterên Parlamentoya Îranê îro bi daxuyaniyek hevbeş êrîşên dewleta Tirk ên li serî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya dewletên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî sûçên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Em weke nûnerên Parlamentoya Îranê, bi erka xwe dizanin ku piştgiriya gelê Kurd ê li Sûriyeyê sitem lê hatî kirin bikin. Hêvîdarîn ku dewleta Îranê jî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd ê li Sûriyeyê ragihîne. Bi şêwra li gel rêxistin û saziyên navneteweyî û welatên cîhanê, herwiha bi karanîna hemû hêza xwe ya dîplomatîk bi lez ji bo pêşîlêgirtina komkujiya wî gelî ya li destê dewleta Tirk, terorîstên DAIŞ'ê û Nursa kar bike."

 

(ab)