20 hezar Iraqî ji 21 welatan vegeriyan

image_print

Çarşem, 3 Pûşper 2020 – 09:25  NAVENDA NÛÇEYAN

20 hezar Iraqî ji 21 welatan vegeriyan

Rêveberiya Balafirgehên Sivîl a Iraqê eşkere kir ku ji dema qedexeya hatinûçûnê ve ji 21 welatan zêdetirî 20 hezar welatî vegeriyane welat.


Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Balafigehên sivîl ên Iraqê, ji 18’ê Adarê îsal û heta 31’ê Gulanê 20 hezar û 55kes li 21 welatên cîhanê bi 117 seferên hewayî û riyên din vegerina Iraqê.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Balafirgehên Sivîl ên Iraqê Yehya Casim eşkere kir ku bi biryara şaneya krîzê ya Iraqê û ji bo parastina selematî û tenduristiya welatiyan rojane seferên anîna welatiyan organîze kirine.

Ji ber vîrûsa koronayê di 17’ê Adarê de seferên rêviyan ên hewayî hatin rawestandin. Biryare ku heta 7’ê Hezîrê neyê vekirin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist