260 kes bi virûsê ketin, 10 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê, di nava 24 saetên dawî de ji 5 hezar û 381 testên ku hatin çêkirin, encama 260 ji wan pozitif derketin. Her wiha 10 kes jî mirin.


Têkildarê daneyên dawî yên virûsê, Wezareta Tendirustî ya Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 5 hezar 381 testên virûsê hatine çêkirin, di encamê de derket ku 260 kes bi virûsê ketine.

Hate gotin 95 ji wan li Bexdayê bi virûsê ketine.  Her wiha hate destnîşankirin ku 46 nexweş baş bûn û 10 nexweşan jî jiyana xwe ji destdan.

Li gorî daneyên dawî, li Iraqê heya niha 6 hezar 439 kes bi virûsê ketine, 3 hezar 156 kes baş bûne û 205 kes jî mirine.

(şk)