27 kesên din li Tirkiyeyê ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 27 kesên din jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276.


Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrusa Koronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. 

Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 952 kesên din jî bi şewbê ketine û 27 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 154 hezar û 500 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 276.

(yş)